Yên ku nanê me qut kirine ti carî naxwazin problemên me çareser bikin
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî derheqê qanûna bûdceya Iraqê yên girêdayî bûdceya Pêşmerge de daxuyaniyek da.Daxûyaniya Serokê Kurdistanê:Bi navê xwedayê mezin û dilovanDi derbarê wê birgeya li yasaya budçeya giştî ya Iraqê da ji bo Pêşmerge hatiye cîgîr kirin bi xelkê Kurdistanê radigihînim ku birgeya hatiye pesendkirin ne rûn û zelale û lastîkiye û xwendineke cûr bi cûr hildigrê û li warê yarîpêkirinê têda heye.Babeta dirustkirina girift ya budçeya Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ne tiştekî nû ye û her li sala 2005 ve bi awayên cûr bi cûr Hikûmeta Iraqê pabendbûna darayî li beranber Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bi cîh nekiriye û giriftê bo aniye. Bi taybetî ew eqliyeta siyaseta birîna budçeya Herêmê û birçîkirina xelkê Kurdistanê peyrew kiriye û ewên şêwirîna nanbirîna gelê Kurdistanê dane tu demekê amade jî nabin kêşeyên xelkê Kurdistanê çareser bikin.Di derbarê hewl û nêrîna hejmarek ji Endamên Fraksiyonên Kurdistanî ya ji bo çareserkirina babeta budçeya Herêmê û Pêşmerge li budçeya giştî ya Iraqê bi pêwîst dizanim ku Parlementerên Kurdistanê li Bexda li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kombibin û bi hurgilî nirxandina vê babetê bikin û eger yasaya budçe û birgeya pesendkirî li xizmeta Herêma Kurdistanê da bê û bibê sedema dahata zêdetir ewe li ser rêk bikevin. Eger jî bibê sedema ziyana Herêma Kurdistanê, bila ji bo xelkê Kurdistanê hemû rastiyan û muzayedata siyasî di derbarê budçe û dahatê de rûn û zelal bibê.Mesûd Barzanî08.12.2016