Polîtîk

Turk:Tişta em dixwazin Kurdistana azad e

Hevserokê KCDê Ahmet Turk, doh li Colemêrgê ragehand ku êdî Kurd naxwazin tenê ji navendekê bên rêvebirin, dixwazin xwebixwe birêve bibin û got: “Tişta em dixwazin Kurdistana azad e. Kurd ji bo pêkanîna pêşerojeke nû ji nû vex we rêkdixin. Birêz Ocalan, derfeteke nû afirand. Pêwist e AKP pêvajoyê pûç neke.”

Hevserokên BDPê Ahmet Turk, Aysel Tugluk û endamên Lijneya Dîwanê Mehmet Tarhan, Tulay Ozdemîr û Cafer Kan ji bo hinek hevdîtinan doh serdana Colemêrgê kirin û li Meydana Azadiyê ku 30 kîlometreyan ji bajar dûr e ji aliyê sedan kes ve hatin pêşwazîkirin.

Şanda KCDê li gel Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu, Şaredarê Çelê Mehmet Kanar, Şaredarê Bajaroka Bajargê Hurşît Altekîn, Şaredarê Navçeya Elbakê ya Wanê Îhsan Guler, rêveberên BDPê yên Wan û Colemêrgê derbasî nav bajêr bûn.

 ‘Divê AKP pêvajoyê pûç neke’

Turk, destpêkê bi Kurdî axifî û got: “Heta em azadî û mafên xwe bi dest nexin, dê têkoşîna me berdewam bike.’’ Turk, diyar kir ku dixwaze çapemeniya din jî ji axaftina wî fam bike lewra bi Tirkî axaftina xwe domand. Turk, destnîşan kir ku ji bo rêxistina KCDê li Colemêrgê bihêz bikin hatine bajêrr û wiha pê de çû: “Tişta em dixwazin azadiya gelê Kurd e. Kurd ji bo pêkanîn pêşeroja nû xwe nû dikin. Birêz Ocalan, derfeteke nû afirand. Hikûmet divê dîsan aliya mijûl dike. Divê AKP pêvajoyê pûç neke. Eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, demokrasiya Tirkiyê pêk nayê.”

Turk, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya Kurdan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Cîgerxwîn digot, ‘Em dibêjin biratî, ew dibêjin na. Em dibêjin wekhevî ew dibêjin na’. Ji ber vê jî em dibêjin bimre koletî.”

 

 

(Rûdaw)

Back to top button