Hevpeyvîn

Aydar: Ger em dev ji çekan berdin kes guh nadê me

 Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyir Aydar naveroka nameya Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku şandibû ji Qendîlê re vedibêje. Kunciknivîsa Rojnameya Milliyetê Asli Aydintaşbaş hevpeyvînek ligel Zubeyir Aydar kir ku nameya Ocalan bi agahdariya dewleta Tirkiyê gihand Qendîlê.

Aydar di hevpeyvînê de naveroka nameyê û daxwazên PKKê tîne ziman û dibêje: ‘’Yekser Serokê me negot ‘’Ezê nexşe-rêyekê amade bikim.’’ Ji aliyê dewletê ve jê hat xwestin. Hat pirsîn ‘’Ka hun çi dixwazin.’’

Hinek ji daxwiyaniyên Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyir Aydar ên di hevpeyvînê de wiha ne:

Ne mizakere em di pêvajoya diyalogê de ne: Di nav dewletê de nerîneke wiha heye wek bibêjin; ‘’Ev kar wiha naçe divê em çareseriyeke cuda bibînin.’’ Berî referandûmê li Îmraliyê diyalog bihêz bû û dema agirbestê hat dirêjkirin. Ev hemû li gor me lêgerîna aştiyekê ye. Rêxistin xwe amade dike. Lê ya girîng guherîn û lêgerîna di nav dewletê de ye.

Me bi tevahî çek bêdeng kirin, di vî warî de em alîgir û kadroyên xwe perwerde dikin. Me nexşe-rêyek amade kir û da dewletê. Lê heta niha me nexşe-rêya dewletê nedîtiye. Niha ku diyalog heye, û şand diçin bi serokê me re hevdîtinan pêk tînin pir girîng e û em biçûk nabînin. Lê hê bi tevahî em negihana rewşeke wiha ya pêvajoya mizakereyan ku bibêjin ‘’êdî di vî karî de veger tune.’’

Ger em çekan deynin kes guhdar nake: Aliyê Kurd ji çareseriyeke siyasî re amade ye. Lê li Tirkiyê hewl tên dayîn ku atmosfereke wiha çêbikin ‘’êdî dema şerê çekdarî qediya ye.’’ Dema şerê çekdarî neqediya ye. Çek li ba me amureke parastinê ye. Ev tişteke ku di çareseriyê de wek maddaye dawî li ser biaxifin. Ger em hemû wek rêveberî bibêjin ‘’Me dest ji vê karî berda û çek danî’’, li beramberî ger tiştek nebe kes guh lê nagre. Bi mercê di mijarên serekî de em tawîzan nedin ancex em bikaribin aşitiyê ji cemawerê xwe re vebêjin.

Çek û lêborîn pêvajoya herî dawî ye: Tirkiye vêna tîne û hewl dide pêş her tiştî nîqaş bike. Ev tê wateya terempêlê bixin pêşiya Hesp. Di wê nexşe-rêyê de hêzên çekdar dê kengî, çi demê bikevin çi opozîsyonê û dawiya çekan çi dibe hemû bi hurî hene. Niha dewlet jî divê mizakerê bike û vêna bixe rewşeke wek nexşe-rêyeke hevbeş. Yan jî divabû li ser nexşe-rê ya me madde bi madde nîqaş bikin û biaxifin.

Dewletê nexşe-rê xwest: Yekser Serokê me negot ‘’Ezê nexşe-rêyekê amade bikim.’’ Ji aliyê dewletê ve jê hat xwestin. Hat pirsîn ‘’Ka hun çi dixwazin.’’ Lewra me li her cihekî civîn lidarxistin. Me nerînên hemû aliyekî wergirtin, rêxistinê nerîna xwe diyar kir, li Tirkiyê nerîna rewşenbîr û derdorên cuda, herwiha nerîna Talabanî û Barzanî jî hat wergirtin. Ev bi rêya parêzeran gihandin serokê me. Sentezeke 156 rûpelî amade kir û 20ê Tebaxa 2009an da dewletê. Me wiha hêvî dikir meha Îlonê bighe destê me lê ligel ku soz jî dabûn mixabin nedan me.

Daxwazên serekî yên PKKê: Daxwazên serekî, ya ku pêwist e bê qebûlkirin, ‘’Li vî welatî gel-ek bi navê Kurd heye, gel-kî cuda ye.’’ Divê ev bê qebûlkirin. Pêwist e Destûra Bingehîn ne li ser bingehê etnîsîte be. Herwiha perwerdeya bi zimanê dayikê, di warê ximet dayînê de guherîna îdarî (Xweseriya Demokratîk)… Dive destûrek be bo hemû nasnameyan.

Pêvajoya mizakereyan çawa diçe: Serokê me dibêje ‘heta astekî em derbasî mizakereyan bûne lê ne bi tevahî.’ Armanca me em vî karî di astê mizakereyan de yek yek nîqaş bikin û bighînin encamekê. Lê divê hikûmeta heyî jî nêzîkatiyeke wiha pêlan nede ku bibêjeher çawa be min soza bêçalakiyê heta hilbijartinan wergirtiye, wext ji me re çêbû, piştre jî Xwedê mezin e. Pêşniyarên me Tirkiyê biçûk nake mezin dike. Ji sifreya kesî tiştekî hilnagire, tişta kêm temam dike. Wê demê li wî welatî dê hemû kes baştir hevdû hembêz bike.

Di nameya Ocalan de ku şandibû ji Karayilan re çi heye: Tişta ku serokê me bi taybetî li ser rawestiya ye, damezrandina dû komisyonan e: Yek komisyona rastiyan û lihevhatinê, ya din jî komisyoneke destûrî ku li ser mijarên siyasî raweste. Dibêje bi şanda hatiye balê re li ser van mijaran nîqaş kiriye. Dibê piştî hevdîtinên dûr û dirêj em niha baştir hevdû fam dikin. Name hem perspektîfan dide me û hem jî dide berpirsên dewletê. Divê heta sala 2011an dan hevdîtin berdewam bikin, çaverêkirin nabe. Divê heta hilbijartinan bingeha vî karî ya pişt perdê were amadekirin, piştî hilbijartinan jî bikevin warê pratîkê.

 

(Rûdaw)

Back to top button