Hinek hewldidin ku şerê kurd û eraban çêbibe
Selam Elzobeî ji malpera ElsomerîyeNews re da xuyakirin, ku yek ji van aliyan dixwaze şer di navbera kurd û ereb de çê bibe û aliyê din jî dixwaze, ku şrr di navbera Iraqê û Îranê de çê bibe.
Selam Elzobeî got, ku gelek endamên Eliraqîye hemû tiştan ji xwe tenê re dixwazin û ji bo parastina berjewendîyên xwe yên kesayetî peywendîyê bi Şeytan re jî dikin û gelek ji wan jî Be`sî ne û xerabîyan dikin.
Sekreterê giştîyê Bizava Kurên Rafideyn, Selam Elzobeî weha jî da nîşandan, ku berpirsên Eliraqîye tenê di derbara destwerdana Îranê de deng bilind dikin, belê di derbara destwerdanên dewletên din de, deng ji xwe naynin.
Elzobeî dibêje: Em daxwazê ji kurdan dikin, ku ew agahdar bin û hemû imkanên xwe ji bo parastina bajarê Kerkûkê bi kar bînin, ji ber ku Be`sî û dostên wan, planan dirist dikin û dixwazin rewşa bajarê Kerkûkê xerab bikin.