Civak
507 malbatên mesîhî gihan Kurdistanê
Piştî tundî û tujiya li Iraqê dijê mesîhiyan tê kirin, ew berê xwe didin herêma Kurdistanê. Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, di daxuyaniyekî de dabû kifşkirin ku deriyên Kurdistanê ji bo mesihiyan vekiriye. Li ser daxwaza serokê Kurdistanê komîteyek taybet ya ku pêşewaziya Mesihiyan bike hate damezirandin.
Di vê derbarê de wezîrê naxwe yê Kurdistanê Kerîm Sincarî ragihand ku, heta niha 507 malbatên mesihiyan hatine Kurdistanê û ew hemi hatine cih kirin. Herweha dê komiteyên ku pêşewaziyê li mesihiyan bikin ,li bajarên din yên Kurdistanê jî bêne damezirandin.
Wek tê zanîn mesihiyên li Bexdayê û deverên din yên Iraqê dijîn dibin armanca erîşên terorîstan û Kurdistan ji bo wan cihê ewlehiyêye .