Koreya Başûr sonda tolhildanê xwar
Koreya Başûr ji bo 2 leşkerên xwe yên ku bi bombebarana Koraya Bakurê hatîbûn kuştin, li nêzîkî paytaxta Koreya Başûr Seulê merasîmeke leşkerî kir û di merasîmê de li dijî Pyongyangê banga tolhildan û hemberîdanê hate kirin.
Di merasima leşkeriyê de fermandarê piyadeyên behrê yê Koreya Başûr General You Nakjun wiha axifî: Emê hêrs û dijminatiya xwe ji hestiyên xwe re bikolin û tola xwe bistînin. You di merasîmê de swenda ‘Tolhildan û hemberîdan’ xwar.
Bi hezaran piyadeyên behrê yên teqawut jî diruşmê ‘Emê bombebarana Qesra Serokatiya Pyongyangê bikin’ avêtin û posterên Serokê Koreya Bakur û posterên kurê wî şewitandin.
Di vê navberê de ji aliyê Koreya Bakurê ve daxuyaniyek xemgînî ya ji bo her du leşkerê hat dayîn. Digel vê yekê Koreyê Bakur sucdariya rêveberiya Seul kir ku kesên sîvîl wekê mertal hatine girtin.
Tatbîqeta behrê ya Emerîka û Koreya Başûr jî dê îro li behra zerê destpê bike. Tatbîqet ji aliyê rêveberiyên Çîn û Koreya Bakurê ve hat şermezar kirin.