Polîtîk

Serok li gel hevgirtina fraksîyonên Kurdistanî civiya

     
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê bi amadebûna serokê parlamentoya Kurdistanê, serokê hikûmeta Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Kosret Resul Elî, sekreter, emîndar û nûnerên hêz û aliyê siyasiyên Kurdistanê li gel şanda danustankara Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî civiya.

Di destpêka kombûnê da, serok Barzanî bi xêrhatina amadebûyan kir û ragihand ku mebesta encamdana vê kombûnê ewe ku behis li qonaxa nû bikîn. Ew pirsgirêka kûra ku li ser destê kurdan hate çareser kirin serkeftinekî mezin bû ji bo Iraq û gelê Kurdistanê û serkeftin jî pêgeha gelê Kurdistanê li Iraqa nû da derxist ku berevajiya gotinên wan kesan bû ku bangawaziya wê yekê dikirin ku qaşo hêz û pêgeha kurdan lawaz bûye.

Sebaret bi destkeftan û para her aliyên li nav Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî jî, serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku her çawa li hewldanê de beşdarbûn divê wiha jî li destkeftan de beşdar bibin û post jî bi awayekî adîlane bêne dabeşkirin û hêvî xwest ew yekrêziya ku li qonaxa berê de hebû berdewamiya xwe hebe, ji ber ku hêz û sengê Kurdistanê li wê yekrêziyê daye.

Paşê pêvajoya danustandinên vê dawiyê yên li Bexda hatin guftûgo kirin ku li ser mekanîzma dabeşkirina xalên li ser postê siyadî û wezaretan û senaryoyên pêkanîna hikûmeta nû û helwesta Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî di derbarê wan senaryoyan de hatin nirxandin. Di vî warî de Roj Nurî Şaweys serokê şanda danustankara Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî helwesta her yek ji qewareyên nav parlamentoya Îraqê xiste rû. Sebaret bi çawayiya dabeşkirina postên siyadî û wezaretan, beşdarbûyên civînê tekez li ser dabeşkirina wan postan bi awayekî adîlane û bi ber çav girtina wê yekê ku kurd neteweya duyeme li Iraqê, kir. Tevê vê jî tekîd kirin li ser wergirtina wan saziyên serbixweyiyên ku li destûrê da navê wan hatiye ku hinek ji wan bi ber Kurd dikevin.

Her wiha di vê civînê de pêşniyar hate kirin ku çawa li qonaxa pêş da karnameyekî Kurdistanî hebû, pêwîste ji bo vê qonaxa nû jî karnameyeke din hebe û Îtîlafa Kurdistanî jî bi taybetî piştî destbikarbûna parlamentoya Îraqê û karkirina berev pêkanîna lîjneyên nav parlamentoyê de roleke çalaka xwe li çawayiya dabeşkirina wan lîjneyan de bibîne.

Di derbarê Civata Nîştimanî ya Siyaseta Stratejîk jî, di kombûnê de cext li ser girîngiya wan encumenan kir ku divê encumenekî bi bandor be û têda tewafiq li ber çavan bê girtin.

Her yek ji amadebûyan bîr û nêrînên xwe sebaret bi mijarên kombûnê derbirî û her hemûyan jî tekez li wê yekê kirin ku serkeftina destpêşxeriya serok Barzanî wiha kiriye ku pêgeha kurdan li astekî baş da be, destpêşxeriyê karî her sê serokayetiyên Iraqê destnîşan bike. Ji bo wê yekê pêwîste wekî Îtîlafa Fraksiyonên Kurdistanî berdewam be li ser danustankirina li gel lîsteyên din da û hewl jî bide hemû alî beşdarîyê di hikûmeta nû da bikin.

Di dawiya kombûnê da, serok Barzanî daxwaz ji şanda danustankara Kurdistanê kir ku ji bo destnîşankirina wan postan ku ji bo gelê Kurdistanê pêwîstin di nav xwe de komîteyekê pêkbînin û ber li pêkanîna hikûmet jî pêwîste hemû rêkkeftin bêne îmza kirin.

Back to top button