Tuncel parlemento tevlîhev kir
Doh êvarî dema ku di parlementoya Tirkiye de paketa guhertina destûra bingehîn dihat gengeşekirin, bi nave BDP-ê parlementera Stanbulê Sabahat Tuncel axaftinek kir. Tuncel di axaftina xwe de tundî Ak-Partî rexne kir . Di beşek axaftina xwe de got: “ Ji bo ev herb û şerê li welatê me heyî xilas bibe diviya me niha li vê derê destûrek sivîl gengeşe bikira“ Li ser gotona “ Herb heye“ serokê parlementoyê got: “ Eger hun bêjin li vî welatî herb heye, wek hêzên çekdarên vî welatî li gel hêzên çekdarên welatek din di nav herbe kî debin“ Di berdewambûna axaftina xwe de serokê parlementoyê got: “ Niha hêzên Tirkiye li gel rêxistinek terorist di nav şerekî dene.Yên şerê hêzên çekdarên Tirkiye dikin ne hêzên çekdarên welatekî dinin.“
Li ser vê gotina serokê Parlementoyê Tuncer got: “ Ez ji xwe fedî dikim ku di parlementoyekî ku pişgiriya herbê dike axaftinê dikim.“ Ev yek bû sedemê ku civîna parlementoyê bêhne kî sekinî.