Civak

Du Girtiyên Girtîgeha Bajarê Urmiyê Hatin Kuştin

 

Roja 18ê Nîsana 2010’an, du girtiyên girtîgeha bajarê Urmiyê bi sedema lêdan u kutana Garda taybet a rejîma Komara Îslamî a Îranê hatin kuştin.
Li gor nûçegihaniya “HARANA” girtiyekî ne siyasî bi navê Îrec Xemengîz bi awayekî nediyar ji aliyê Garda taybet ve hat kuştin.

Tê zanîn dema ku girtiyên din ên vê girtîgehê ji wê buyerê haydar bûn dest bi nerazîbûnê kirin û di wî demê de Garda taybet bi fermandehiya Ekber Pîşewer li hember neraziyan derket û dest bi lêdan û kutana girtiyan kir.

Hêjayî gotinê ye, bi sedema vê pevçûnê girtiyekî din bi navê Seyfedîn Yehyazade, bi sedema lêdana batumê bi serê vî jiyana xwe ji dest da.

 

(Kurdistanmedia)

Back to top button