Nêçîrvan Barzanî Erdogan dawetî Hewlêr kir
Li gora nûçeya rojnama Rudaw, Neçîrvan Barzanî ji bo vekirina Balefirgeha Hewlêrê ya navnetewî, serokwezîrê Tirkiye Receb Tayîb Erdogan vexwand Hewlêrê. Wek tê zanîn balafirgeha nû ya Hewlêr, li Rojhilata navîn yekeme û ji teref fîrmayek Tirkiye ve hatiye çêkirin.
Serokê qabîna pêncê yê hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi navê serokê Kurdistanê û serokkomarê Irakê Erdogan ji bo vekirina Balafirxaneya Hewlêr vexwand rêwrisma ku ji bo vekirinê bête kirin. Li gora ku hatî ragihandin, Nêçîrvan Barzanî dibêje: “ Em dixwazin roja vekirina balefirgeha Hewlêr ya navnetewî serokwezîrê Tirkiye Erdogan jî li vê derê bibînin. Bawer dikim ku, ew cesareta Erdogan jî heye, hêvîdarim ku Erdogan amade bibe“
Herweha Barzanî da xûyakirin ku,pirsgirêk bi tenê rêyên siyasî û diyalogê tên çareserkirin.