Alaya Kurdistanê çirand, hate girtin
Kerkûk – Hate zanîn ku leşkerekî Iraqê li xaleke kontrol û pişkinînê di navbera bajarê Celewla û Kelarê de li parêzgeha Diyaleyê sivkayetî bi alaya Kurdistanê kiriye û ew çirandiye.
kurdistan flagBerpirsê rêxistina Celewla yê Partiya Demokrata Kurdistanê Amêr Rifet ji AKnewsê re aşkere kir, “Leşkerekî artêşa Iraqê û di gel polîsekî firyakewtinê yê Celewla, dema otomobîla welatiyekî pişkinîn dikirin li kontrolgeha navbera bajarê Celewla û Kelarê de, leşker sivkayetî bi alaya Kurdistanê kiriye û ew çirandiye û bi hemwelatî re gotiye: vir ne sînorê Kurdistanê ye”.
Rifet wiha domand, “Ev riftar bi mebest e, divê her du leşker bên darizandin û eger hin partî yan rêxistin li paş vî karî bin divê hesab ji wan bê xwastin”.
Ji aliyekî dî ve çavkaniyekê ji wî bajarî ji AKnewsê re got, “Xwediyê makînê welatiyekî Turkmen bû û di rêxistineke mirovane de kar dike û ew di rêya karê xwede bû”.
Çavkaniyê wiha domand, “Piştî bûyerê, ew leşker hate binçavkirin û pora sere wî hate kurkirin”.
Hêjayî gotinê ye, bajarê Celewla 30 km li başûr-rojavayê qezaya Xaneqînê ye (70 km bakurê parêzgeha Diyaleyê), serjimariya wê 80 hezar kes e, 38 gund bi ser ve ne, jê 27 ereb in û 9 jî kurd in û ew yek ji navçeyên kêşedar e di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
(AKnews)