Ji bo kurda platformek hevbeş bûye pêwistiyek
Hêviyek peydabûye ku li Kurdistana Bakur, partiyên siyasî yên ku di qada eşkere de, xebatê dikin di platformekî de werin ba hev û hevkariyekî ava bikin. Bê goman hatina van partiyan ( BDP, HAK-PAR û KADEP) ba hev û gengeşekirina platformek hevbeş û demokratîk ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistanê pêngavek gelek girînge. Eger ev yek pêkwerê ji hemî tiştekî girîngtir dê baweriyek di nav hêzên siyasî yên kurdan de li bakurê welatê me bête pêydakirin. Ji ber ku di rêya yekitî û hevkariya de astenga herî mezin tunehiya baweriyê ye.
Ji berî niha demekî cîgirê serokê BDP-ê Tuncer Bakirhan di daxuyaniyek ya xwe de gotibû ku, ew dixwazin “Platforma Demokrasiyê” ku partiyên demokrat ên li Tirkiyeyê û partiyên din yên kurdan tê de cî bigirin ava bikin û her wiha anîbû ziman ku ji bo yekîtiya partiyên kurd xebatan dimeşînin”
Li gora daxuyaniya Bakirhan dê “Platforma Demokrasiyê” di nav partiyên Kurd û yên Tirkan de ava bikin. Di vê derê ya giring ji bo kurdan yekitiya partiyên kurdan e. Ji berî her tiştekî divê kurd di nav xwe de bi awayekî yekitiyekî ava bikin, xwe bi hemî awayî bi hêztir bikin. Rewşa Kurdistana Başûr li ber çavê meye û minakek gelek baş û jiyayiye. Dema Kurd yekitiya xwe pêktînin çewe dikarin ji bo destkeftiyên netewî xebatê bikin. Lê dema ev yekitî pêknayê jî çewe di rêya destxistina mafên rewa de asteng derdikevin holê.
Eger kurd di navxwe de yekitiyekî ava bikin û deng û rengên kurdan li Bakur bikin yek, dê gelek tişt bêne guhertin. Di hilbijartinên werin dê destkeftinek mezin dikarin destbêxin. Ihtimala ku Kurd bikaribin baraja % 10-ê jî derbas bikin û herin parlementoyê derdikeve holê. Eger ew yek pêknewê jî dê kemasî şûna 20 parlementeran 35/40 parlementeran bibin parlementoyê. Dema hêjmara parlementeran bilind be, destxistina destkeftiyan jî hêztir dibe.
Têkiliyên ji bo avakirina platformek demokratik di nav partiyên heyî de destpêkirîn, divê ji teref herkesekî ve pişgirî lê bê kirin. Ji ber ku ev platform bê avakirin dikare hemî gurub, kesayetên siyasî û hêzên din jî di nav xwe de kom bike û heta imkan hebê vê platformê berfireh bikin. Hingê yekdengiya kurdan peyda dibe û nawendek ya biryardanê ji bo kurda çêdibe.
Tuncer behsa avakirina platformekî li gel Partiyên Demokratên Tirk jî dike. Niha çikas hevkarî hebin û berfirehbin başe. Lê di rastiya xwe de avakirina platformên hevbeş li gel partiyên Tirkan yên ku heyîn tu hêzê nade platforma kurdan. Ji xwe li Tirkiye pêwistiyek ya demokratbûneyê ku, pişgiriya mafên rewa yên gelê kurd bête kirin. Ev partiyên Tirkan yên behsa wan tê kirin ne xwedî hêzin û partiyên marjînalin. Ji bo pişgirî û hevbendiyekî ne şerte ku mirov li gel wan di nav platformek hevbeş de be.
Ji berî her tiştekî divê mirov hemî imkanên xwe bixe di bin xizmeta avakirina platformek hevbeş ya kurdan. Hêvî ewe ku partiyên siyasî yê kurdan ,dezgehên sivîl, rêxistin û tevgerên heyîn, rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên kurd hemî bi platformek hevbeş de werin ba hev û bibin dengê kurdan yê wekhev.
Xeber-analîz
21.04.2010
Dara Bilek..