Berhema ´´Gurba [wa] Mush´´ a Elmas Xanê Kermanşayî derket
AGEHÎ LI SER ZENCÎRA BERHEMÊN KLASÎKÎ YA WEŞANXANEYA KURDÎ – SARAyê: (1)
Berhem Ji Zencîra Klasîkên Kurdî:
Berhema ´´Gurba [wa] Mush´´ a Elmas Xanê Kermanşayî derket
Wek têt zanîn, ji vê heyameke berê, bi riya Medya Kurdî ji zaniyarên wêjeyê û ji xwendekarên berhemên klasîkî re hat danasîn, ku Weşanxaneya Kurdî – SARA, ji nav pirtûkxaneya Netewî ya Îranê (Kitâbkhâna-yi Majlis-i Shurâ-y Millî), tibabeke berhemên klasîkî bi dest ve haniye û van berheman çap û belav dike.
Di nav van berheman de; ji Mem û Zîn (Mamî wa Zîn) a bi zimanê osmanî bigirin, ta pexşanên kurdî yên ji sedsala 15:emîn (!) hene.
Yekemîn berhema ji vê zencîrê ku î roj derket, berhema bi navê ´´Gurba Wa Mush´´ a Elmas Xanê Kenule Kermanşayî ye.
Ji bo agehiyên berfireh ên li ser vê berhemê, berê xwe bidin pêşkêşkirina edîtorên ku vê berhemê amadeyê ber çapê kirine:
Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî
Kurdish Book Bank – SARA
www.kurdishlibrarymuseum.org | www.kurdishbookbanksara
+46 70 – 791 36 06
+46 76 200 90 38
+46 8 33 12 29