Civak

Tu kes nikare hêza 'Tevgerê' bişikîne!!!

 

Serhat Mêrdînî berdevkê Tevgera Ciwanên Kurdistanê û her weha neferek ji malbata Tevgerê ye…

Tevgera Ciwanên Kurdistanê xebat û dirûşmeyên xwe bala dijmin û xulamên wan kişandiye û ew jî tê wê wateyê ku dijmin ji ‘Tevger’a Ciwanên Kurdistanê aciz e û bi awayên ne hiqûqî bi ser Tevgerê ve tên… Ev jî nîşan dide ku ya ‘Tevger’ ê rêyeke Kurdistanî û rast e.

Ji ber ku Tevgera Ciwanên Kurdistanê û endamên wan ne bi gotinên pûç û vala û bi dizî/veşartî, bi awayekî dilsozî û çalakîyên xwe yên Kurdistanî û eşkere li qadên Kurdistanê xebatên balkêş dikin vê yekê bala hin kesan kişand û saziyên dewletê jî ji vê yekê gelekî aciz bûn/dibin…

Do serê sibehê gava ku tu kes li komeleyê tunebû, ew polîsên dewleta dagirker êrîşî Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ya Amedê kirin û bi awayekî nehiqûqî ji ser banî ew destên xwe yên qirêj dirêjî Ala Rengîn ya Kurdistanê kirin û daxistin… Lê endamên Tevgerê li dewsa yekê şeş Alên Rengîn li komeleya xwe xistin û ev helwesta polîsên dewleta dagirker lome kirin.

Li ser vê yekê sawciyê Amedê ji bo bike ku endamên Tevger’ê gava xwe bi şûnde bavêjin girtin ser mala berdevkê Tevgerê Kek Serhat Mêrdînî û xwestin ku ew here îfadeya xwe bide li ser daxwazya sawciyê Amedê…

Gotin we di meya 8an de li Amedê ji bo ku hûn ji dewletê re leşkeriyê nekin we çalakiyeke çapemeniyê sazkiriye û hûn dikin ku xort nerin leşkeriyê ji dewletê re nekin. Hûn tiştên din yên vala û nerast jî hatin gotin…

 

Serhat Mêrdînî

Kekê Serhat li wira jî ev tişt dubare kir û got rast e em naxwazin ji dewleteke mêtinkera welatê xwe re leşkeriyê bikin… Piştî ku îfadeya kekê Serhat hate stendin em derketin ji emniyetê.

Lê em baş dizanin ku armanca banga sawciyê Amedê ne ji bo vê çalakiya çapemeniyê ye, ew dixwazin bi vî awayî hêza me bişikînin û em li nirxên xwe yên netewî xwedî dernekevin…

Bila dagirkerên Kurdistanê baş bizanin ku Tevgera Ciwanên Kurdistanê temînata hizra netewî li bakûrê Kurdistanê ye û tu caran dev ji bawerî û nirxên xwe yên netewî bernadin…

Em li ser rêbaza ew şehîd û dilsozên welatê xwe, qehremanên ku li ser sedarê jî digotin bijî Kurd û Kurdistan in!!!

Ku Serhadek here jî heza me nayê şikandin û baweriya me bi ciwanên Kurdistanê heye ku ewê bi hezaran Serhad dewsa wî dagirin bêguman…

Bijî Tevger

Bijî Ala Rengîn

Her azad bijî Kurd û Kurdistan!

Back to top button