Kiryarên terorîstî hikûmet û xelkê Kurdistanê natirsîn in
Hikûmeta herêma Kurdistanê wê kiryara terorîstiya îro li ber avahiya parêzgeha Hewlêrê hatî encam dan û bûye sedema şehîdbûna 4 kesan û birîndarabûna 29 kesên din, bi dijwarî şermezar dike.
Hikûmeta Kurdistanê di peyama xwe de sersaxiyê li malbatên şehîdan dike û hêviya zûçakbûnê ji bo birîndasran dixwaze. , em ji hevwelatiyên birêzên herêma Kurdistanê re dibîjîn ku, saziyên emniyên herêma Kurdistanê dest bi lêkonînê kiriye.
Hikûmet daxwazê ji hevwelatiyên bajarê Hewlêrê û tevaya herêma Kurdistanê dike li asta berpirsiyariyê de bin û çavekirî bin û hemûyan dilrehet dike ku, saziyên emnî hemû bi hewilên xwe ji bo parastina amin û îstîqrara herêma Kurdistanê bixebite.
Hikûmeta herêma Kurdistanê dibêje ku, ev kiryarên terorîstî hikûmet û xelkê Kurdistanê natirsînin û karwanê avadankirin û pêşveçûnê ranaweste.