Cîhan

Trumnp cardin Husiyên Yemenê kir lîsteya terorê de

Serokê Amerîkayê Donald Trump, rêxistina “Ensarallah” ya bi navê Hûsiyên li Yemenê tê naskirin, xist nava lîstey a terorê de. Di serdema Joe Biden de ev rêxistin ji listeya rêxistinên terorê yên biyanî hatibû derêxistin.

Serokê Amerîka Trump ragihand ku wî bi fermaneke Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike dîsa xiste lîsteya terorê. Trump di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wî Hûsiyan di rojên dawî yên erkdariya xwe ya sala 2021ê da xistiye lîsteyê, lê rêveberiya Biden piştî çend mehan Hûsiyan ji lîsteyê derxist.

Trump bi îdiaya ku Îranê “çalakiyên xwe yên terorîstî” bi rê û rêbazên curbecur li herêmê belav kiriye û rêxistina bi navê “Ensarallah” ku bi navê Hûsiyên Yemenê tên naskirin di vê çarçoveyê de tê bikaranîn

Li gorî biryara Trump, Wezareta Derve ya Amerîkayê dê di nava 30 rojan de Hûsiyan bi fermî careke din têxe lîsteya rêxistinên terorê.

Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku wan rêxistina Ensarallah ji lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî derxistine, ku ji 16ê Sibata 2021ê pê ve ketiye meriyetê. Hat diyarkirin ku ev biryar ji ber rewşa însanî ya li Yemenê pir xerab bûye hatiye girtin.

Back to top button