ENKS pêşwazî li peyama Wezîrê Derve yê Sûriyê ya di derbarê kurdan de dike

Piştî belavkirina peyama Wezîrê Derve yê Sûriyê Eshed Şeybanî, ya di derbarê piştevaniya li mafê kurd û pêkhateyên Sûriyê de, ENKSê pêşwaziya xwe bo wê peyamê ragehand.
Desteya Serokatiya ENKSê ragehand: “Em pêşwaziyê li vê pêngavê dikin ku bi aşkerayî nêrîna Sûriyê wek dewleteke pir Neteweyî û pir Olî derdixe holê.”
Herwaha dibêje: “Em careke din tekez dikin ku rakirina zulm û neheqiya li ser gelê Kurd û garantîkirina mafên wê yên destûrî wê bibe bingeha avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî, biîstiqrar û pêşketî.”
Herwaha ragehandiye: “Rêzgirtina mafên hemû civakan û misogerkirina beşdarbûna wan a adil di avakirina paşeroja welat de baştirîn rê ye ji bo bihêzkirina yekîtiya niştimanî û bidestxistina aramiyê li Sûriyê.”
Ev bertek piştî wê hat, ku wezîrê derve yê Sûriyê Esed Şeybanî di hejmara xwe ya taybet Xê de şiroveyek bi zimanê kurdî belav kiriye û gotibû: “kurd li Sûriyê ji aliyê rejîma Esed ve rastî neheqiyê hatin, emê bi hevre welatekî avabikin ku hemû kes hest bi dadperweriyê bikin.”