Mesrûr Barzanî li gel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22.01.2025, li Davosê bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re civiya.
Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê û kêşeyên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hate kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hewlên Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û Berpirsê UNAMI li Iraqê Dr. Mihemed El-Hessan ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û parastina aştî û aramiyê li Iraqê, bilind nirxand.
guhartinên li Rojhilata Navîn, agirbesta Xzzeyê û bi taybet rewşa Sûriyeyê, mijareke din a civînê bû. Her du alî li ser giringiya berdewamiya agirbesta li Kerta Xezzeyê û piştgiriya civaka navdewletî ji bo parastina aştî û aramiyê li Sûriyeyê hevnêrîn bûn.