Yekîtiya Kurdî li Rojava; astengî û helwesta PKKê

Li gel rûxandina rejîma Esad, Kurd li ser wê yekê hemfikir in ku sazûmanek ku dê bi her awayî were naskirin ji bo Kurdan li Rojava, bi her awayî dê bidestxistinek mezin be, çi navek lê bibe bila bibe. Bi rizgarkirina Herêma Kurdistanê û avakirina herêma federal Kurdistanê û bi bidestxistina statûyek bo Rojava, peymana Lozanê ya dijî Kurd a ku li başûr derbe xwariye dê bibe gilêşê dîrokê. Yanî bidestxistina Başûr Lozan felc kir, Rojava jî dê sîstema lozanê bikuje.
Hemû Kurd bi hêviyeke mezin piştgiriya pêvajoya Rojava dikin. Lê mixabin ne tenê di pirsgirêka Rojava de, lê astengiya herî mezin li pêşiya hemû Kurdan perçebûn û dijminatiya di navbera saziyên siyasî de ye. Serdana Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî ji bo Hewlêrê û hevdîtina wî bi Serok Barzanî re ji aliyê civaka Kurd ve bi kêfxweşiyeke mezin- kelecanî hat pêşwazîkirin. Bi vê hevdîtinê, hêviyek mezin şînbû di nava Kurdan de di babetê yekîtîya Kurdan de.
Yekîtiya Kurdan bêyî rexnegirtina ji dîrokê bi bêdengî pêk nayê
Tiştê ku niha her kes bi meraq li bendê ye ew e ka piştî vê hevdîtinê dê gavên mezintir bên avêtin an na. Ev ne zehmet e, lê ne ew tişte ku tenê bi hêvî û gotinên hestiyarî pêk were. Nemaze ne tiştekî we ye ku bi bêdenkirin û bi bêdengî hêvî were afirandin. Niha dema ku rexneyek li aliyekî siyasî tê kirin, tê gotin “bêdeng bin, hûn ê yekîtiya neteweyî xera bikin, hûn dijî yekîtiyê ne”. Lê belê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan, divê pêşî bîranînên dîrokî ber çav bigirîn, rexne û rexnedanek pêk were. Piştre jî li ser prensîb û bernameya li hev were kirin.
Eger dê xebateke yekîtiya Kurdan hebe, ev yekîtî dê bi lihevkirina PKKê û PDKê pêk were. Erê hevdîtina Serok Barzanî û Mazlûm Abdî pir girîng e lê hêj rêk nevewjartî ye û tişî dehlûdûr e. Ji ber ku em dizanin di 40 salên dawî de PKKê û PDKê gelek caran hevdîtin pêk anîn û lihevkirin çêbûn. Lê eger em vekirî û zelal bibêjin, hemû ev lihevkirin ji aliyê PKKê ve bi yek alî hatin xerakirin. PKKe van hemû lihevkirinan heta ku pêwîstiya wê hebû pabend dibe, piştî şol pênema dike mijarek propagandayê û magazînê, pragmatîk nêzîk dibe û dema ku pêwîstiya wê nema jî pêvajoyê diherifîne.
Helwesta PKKê ji 1983 an û vir ve
Bi protokola ku di sala 1983 an de di navbera Serok Barzanî û Evdillah Ocalan de hatiye îmzekirin, PKKê bi îmkanên PDKê li Başûr bi cih bû. Bi vê protokolê derbasî xeta sînorê Bakur bû. Lê piştre bi pêşxistina têkiliyên bi Sedam re, êrîşî Partiya Komunîst a Kurdistanê kir û peyman têk bir.
Di pêvajoya ku di sala 1992an de jê re Şerê Başûr tê gotin de, bi YNKê û PDKê re protokola êrîş nekirinê îmze kir. Ji bindestiya şer rizgar bû û piştre di sala 1995 an de dîsa êrîşî PDKê kir.
Di navbera salên 1999 û 2013 an de bi PDKê re peymanek veşartî çêbû. Piştî girtina Ocalan, şikestina ku qewimî û veqetînên mezin ên ku di sala 2004 an de jiya, bi piştgiriya PDKê derbas kir. Lê di sala 2013 an de peyman ji nav bir.
Di sala 2013 an de di xebatên Konferansa Neteweyî ya Kurd de kê mase wergerand?
Kurd her dem li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê nîqaşa “gelo AKP an jî PKKê mase wergerand” dikin. Lê belê ya ku divê were nîqaşkirin ev e. ka kê maseya Konferansa Neteweyî ya Kurd a 2013 an wergerand.
Di meha Tîrmeha sala 2013 an de bi bangawaziya Serok Barzanî, Konferansa Neteweyî ya Kurd hat kirin. Rêveberên PKKê Sabrî Ok û Ronahî Serhat (Fîlîz Duman) li Hewlêrê li kêleka Serok Barzanî rûniştin û di medyayê de daxuyaniya ku dê Konferansa Neteweyî ya Kurd were lidarxistin dan. 65 partî hatin ba hev. Di wê demê de Bihara Erebî ji bo Kurdan mercên girîng afirandibûn û Kurdan dikarîbû destkeftên mezin bi dest bixistana.
PKKê hemû alî xeyîşandin û xapandin, bi esasî li ser prensîbên bingehîn diviyabû di navbera partiyan de lihevkirin çêbibûya, lê wan bi têgehên wek “hevserokî, netewa demokratîk, kota jinê, kota gelan, kota rêxistinên çepê Tirk û sendîkayan û hwd.” raya giştî bi rojevên berelayî mijûl kir. Di vê navberê de rêveberiya Rojava bi îmkanên tevgera Barzanî ji xwe re li gelek eniyên şer cih vekirin. Û ji nişka ve dema ku hê civîna komîteya amadekar berdewam dikir, Cemîl Bayik ê ku wê demê Hevserokê KCKê bû, weke ku tu tişt nehatibe kirin derket û got “PDKe xayîn e”. Ocalan li Îmraliyê bi dewleta Tirk re, Cemîl Bayik li Qendîlê bi Îranê re li hev kirin û maseya konferansa netewî a Kurd wergerandin.
Gelo Mazlûm Ebdî dê rola Mûrat Qarayilan bilîze an dê bikaribe PKKê derbas bike?
Bêyî ku em zêde bikevin nava dîroka PKKê, divê em rola ku PKKê ji bo Mazlum Ebdî diyar kiriye jî binirxînin.
PKKe her dem ji bo her kesî rûyên cuda û nerm bi kadroyên cuda kar tîne. Di salên 1980 yan de bi xêra netewperwerîya Mehmed Qarasûngur bi PDKê re pêwendî danîn. Qarasûngûr kesayetekî cihê rêzê bû li gel PDKê. Pîştî kuştina wî ya bi guman Duran Kalkan ev pêwendî li gel PDKê meşandin. Dûran Kalkan di wê demê de – hinekî jî bi bawerî û bi çavnebariyê – bi kesên wek Felakedîn Kakayî yê PDKî re hevdîtin dikir. Ocalan, tevî ku ev rewş zanîbû, bêdeng ma û Kalkan wek amûrek ji bo ji PDKê tiştekî bidestxistinê bi kar anî.
Piştî salên 2000î, ev erke ket ser milê Murat Qarayilan. Qarayilan ji aliyê PKKê ve wek kesekî Kurdperwer û rêzê li tevgera Barzanî digire, hat pêşkêşkirin. Qarayilan her ku PKKe dikete tengasiyê, wek kesekî ku tiştekî ji PDKê dixwaze dihat bikaranîn. Li nav gelê başûr û heta di nav PDKê de jî wisa îmajek hate afirandin ku kesên wek Cemîl Bayik destûrê nadin Murat Qarayilan, nexwe Qarayilan dê bi PDKê re peymanên mezin çêbike. Lê rastî ne wisa bû. Qarayilan mifteyek bû ku ji bo îstîsmarkirina aliyên comerdî, wefadarî û mêvanperweriya PDKê dihat bikaranîn. Gava dem wê hat jî, Qarayilan gef li PDKê xwarin û got “Ez li her derê fermanê didim APO ciyan ku êrîşî PDKê bikin” û rûyê xwe yê rastîn nîşan da.
Yanî PKK carinan rûyên nerm derdixe pêş, lê di bingehê xwe de ev kadro hemû dema tê, nikarin gavekê ji siyaseta PKKê dûr bikevin. Kesên ku vê pêvajoya dîrokî dizanin vê pirsê dipirsin: Gelo Mazlûm Ebdî jî wek Qarayilan kesekî îstîsmarê ye, yan bi rastî hewl dide ku tiştekî baş bike?
Pratîka 12 salî ya Mazlûm Ebdî li Rojava nîşan dide ku di mijarê ladana sûlta PKKê de bi qasî Rojava pêwîst serkeftî nebûye. Lê dîsa jî em ê gav bi gav bişopînin ka ew xwe ji PKKê rizgar dike yan na. Lê mijar li Mazlûm Ebdî naqede. Mijar li cem PKKê diqede.
Eger Kurd ê li hember Şamê bibin yek, pêdvî ye li hember Bexdayê jî bibin yek
Em dibînin ku PKKe hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Mazlum Ebdî de qebûl nekiriye û ji neçarî pê razî bûye. tenê gotinek erênî li ser hevdîtinê negotin, her wiha bi rêya dostên derdorên xwe agahiya ku “hevdîtin bi daxwaza Tirkiyeyê pêk hatiye” belav kirin. Ev ne rast bû, Tirkiye ji hevdîtinê bêxeber bû. Hevdîtin bi navbeynkariya Emerîkayê pêk hat. PKKe ji ber ku nikarîbû pêşî lê bigire, bi vê yekê razî bû.
Niha tiştê ku PKKe dixwaze bike ji ber serperştîya hevdîtinan sempatiya ku ji bo Serok Barzanî û PDKê zêde bûye ji holê rake. Ji aliyê din jî hesabên ka em ê bi van hevdîtinan çiqas dem derbas bikin û çi bi dest bixin heye. Tiştê ku PKKe dixwaze ev e: bi van hevdîtinan bila em hemû alîyan mijûl bikin, di bin ve bin ve jî bi derdora xwe re konferanseke yekîtiyê birêxistin bikin. Gava wext hat, em ê maseya yekîtîya Kurd biqûlipînin.
Ev ne şîroveyeke xeyalî ye. Daxuyaniyên rêveberên PKKê û helwesta medyaya wan vê yekê wek rastiyeke berbiçav li pêşiya me datîne.
Em nikarin tenê ji ber hêvîya hevdîtinên yekîtiya Kurdî, van rastîyê PKKê nebînin û xwe bi xîn nava xeyalperstîyekêde. Aliyên ENKSê yên ne heq hene, erê hene, Şaşiyên wê hene, erê hene lê ne PKKe û ne jî saziyên wê yên li Rojava ji ENKSê kêmtir sûcdar an gunehkar in. Em nikarin bi gotina ku em yekîtiya neteweyî dixwazin, ENKSê şeytanî bikin, wê tune bihesibînin û HSD, PYD an jî saziyeke din bêşert û merc piştgirî bikin. Em ji bo vê yekê 40 salên dawî yên lîstika yekîtiya neteweyî ya PKKê li jor kurtebirr tînin. Ku nekevîn nava wan xeletîyên berê û tecrûbe ji mêjûyê derbixîn û nehên leyîstikê nû.
Yên ku bi hewar û fîgan di bêjin “bila Kurd yekgirtî biçin Şamê” bila bangawazî li PKKê bikin ku peywandîyên xwe yên li gel Bexda û Heşda Şeabî bibire. Heya ku PKKe vê pêngavê ne avêje avakirina yekîtîya Kurdî jî wê zehmet be.
Yekîtiya neteweyî ya Kurdî bê dîtina hemû rastiyan, rexnekirin û daxwazkirina rexnedanê, çênabe. Yekîtî ne teslîmbûna aliyekî ji bo aliyê din e. Yekîtî di prensîbên bingehîn û gavên siyasî de hevpar bûn û hevdu qebûlkirin e. Heya ku PKKe, gavên ber biçav ne avêje, em nikarin bibin beşek ji lîstika fêlbaziyê.
Nêrîn/Şirove
Darkamazî