“Ez 30 sal bi çek di destê min de jiyam, niha jî dixwazim xizmeta aştiyê bê çek bikim.”

Rojnemevan Îsmaîl Kuçukkaya îdia dike ku parlementerekî jê re gotiye ku, Abdullah Ocalan ku piştî banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, cara duyem heyeta DEMê serdana Îmraliyê kirî de, Ocalan ji wanre gotiye:”Ez 30 sal bi çek di destê min de jiyam, niha jî dixwazim xizmeta aştiyê bê çek bikim.”.

Rojnemevan Îsmaîl Kuçukkaya ku di Halk TV de bernameya “Yeni Bir Sabah” pêşkêşî dike, parlamenterekî ku naxwaze navê wî eşkere bike di bernameya xwe de behsa gotinên Ocalan kir. a Agahiya Kuçukkaya di bernameya xwe de dayî wiha ne:
“Duh hevalekî min ê li Enqereyê telefonî min kir, bi vîdeo telefonî kir, min bersiv da û em diaxivîn, parlementerek li kêleka wî hebû, dema me digot silav û roj baş, ev parlamenterê li kêleka wî kese ku pirsgirêka kurd pir baş dizane. li ser pirsekî gotiye: “Hûn dizanin ev heyet hat cem me, ez bi wan re axivîm, piştre bi Sirri Sureyya re jî axivîm, bila ez vê yekê bêjim. Ocalan ji heyetê re gotiye: “Ez 30 sal bi çek di destê min de jiyam, niha jî dixwazim xizmeta aştiyê bê çek bikim.”. Li gorî tiştên ku min heta niha kirine min şirove nekin. Ez dixwazim ji niha û pê ve karekî din bikim. “Ez dixwazim xizmeta aştiyê bikim,”