Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir

Îro danê sibê 23.01.2025ê li bajarê Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Dr. Tobias Lindner, Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Almanyayê û Kordînatorê taybet ê Wezareta Derve ya Almanyayê bo karûbarên Sûriyê û şandeke pê ra kir.

Di civînekê da pêşdebirina peywendiyên Almanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, guhertinên Sûriyê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn hatin gotûbêj kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasî hevkarî û palpiştiya berdewam ya Almanyayê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di warên leşkerî, siyasî û mirovî da kir û tekez li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bo berfirehkirina hevkariyên hevbeş, di hemû waran da, bi Almanyayê ra kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Lindner kêfxweşiya xwe ya li hember proseya dengdana ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û beşdariya zêde ya welatiyan di hilbijartinan da nîşan da û herwiha hewlên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serok Nêçîrvan Barzanî ra danûstandina bîrûramanan kirin.

Di derbarê rewşa herêmî jî da, her du aliyan tekez li ser giringiya parastina aramî û ewlehiyê û hevkariya hemû aliyan ji bo dûrxistina deverê ji aloziyên xêdetir kirin.


Back to top button