Cîhan

Divê Herêma Kurdistanê tevlî lihevkirina navbera Îraqê û BPê ya petrolê bibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, “Herêma Kurdistanê li dijî pêşxistinê nîne, belkî li dijî wê mîkanîzmê ye ya ku hatiye wergirtin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Davosê ji ajansa Reutersê re ragehand, “Divê Herêma Kurdistanê tevlî lihevkirina navbera Hikûmeta Îraqê û kompaniya British Petroleumê ya petrolê bibe.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Divê Herêma Kurdistanê tevlî wan danûstandinan bibe yên ku, Îraq bi merema pêşxistina wan bîrên petrolê yên ku li Kerkûkê ne bi wê kompaniyê re dike.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Herêma Kurdistanê li dijî pêşxistinê nîne, belkî li dijî wê mîkanîzmê ye ya ku hatiye wergirtin.” Tekez jî kir, “Pêdivî ye civîneke dualî ji bo hevahengîkirina di wî warî de bê kirin.”

Back to top button