Cara duyem serdana Ocalan kirin..Lê bêdeng man…

Heyeta Îmralî cara duyem piştî hevdîtinên xwe hinek partiyên di parlementoyê de kirîn serdana Îmralî kirin. Piştî hevdîtina li gel Ocalan tenê daxûyaniyek nivîskî belavkirin û behsa naveroka hevdîtinê nekirin.
heyeta Îmraliyê ya Partiya DEM’ê cara duyemîn çû Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Civîna ku ji Parlamenterê DEM’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Parlamenterê Wanê Perdîn Buldan pêk dihat 4 saetan dewam kir. Piştî civînê îro partiyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de dibêje:
“Weke Şanda Îmraliyê ya Partiya DEM’ê me di 22’ê Çileya 2025’an de li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de birêz Ocalan destpêkê sersaxî ji malbatên kesên di şewata trajîk a Boluyê de jiyana xwe ji dest dane re xwest û ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.
Heyeta me der barê hevdîtinên me de agahiyên pêwîst dane wî.
Xebatên birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên derbarê vê mijarê de bi dawî bûn, dê daxuyaniyên pêwîst ji raya giştî re bên dayîn.
Em jî wek heyet dê xebat û têkiliyên xwe bidomînin, her ku geşedan çêdibin dê raya giştî agahdar bikin.