Cîhan

Serokwezîrê Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê civiyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Çile li Davosê bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es’ed Şeybanî re civiya.

Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Sûriyeyê, pêşxistina peywendiyên dualî û pêşhatên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê kurteyek derbarê rewşa nû ya Sûriyeyê û hewlên rêveberiya nû ji bo vegerandina ewlehî, aramiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên giştî ji welatiyên xwe re, pêşkêş kir.

Şeybanî got jî: “Kurd, xwişk û birayên me ne û pêkhateyeke girîng û resen a Sûriyeyê ye û em piştrastiyê didin ku mafên wan bên parastî bin.”

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî vexwend Şamê û got: “Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de we li Şamê bibînin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, parastina ewlehî û aramiyê li Sûriyeyê ji bo me pir girîng e û em amade ne hemû piştgirî û alîkariya pêwîst bidin xwişk û birayên xwe yên li Sûriyeyê.

Her du alî li ser pêwîstiya parastina mafên hemû pêkhateyan Sûriyeyê û di nav de jî gelê Kurd, hevnêrîn bûn.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, hewlên Serok Barzanî yên ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî û parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê bilind hate nirxandin.

Back to top button