Civak

Toyota bi fermî li Hewlêrê ye

   
       
Hewlêr-Duhî li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê bi amadebûna Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê merasima wergirtina wekîlitiya kompaniya Toyota ji aliyê Cîhan Motor, birêve çû.

Di merasimê de, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeşî amadebûyan kir û wî di peyva xwe de pîrozbahî li Hewlêra paytext, Kurdistan û kompaniya navborî kir.
Serokê hikûmeta di berdewamiya axaftina xwe de got ku ji encamê kar û xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê di gel sektora taybet gelek destketî bi destve hatine û li bajarê Hewlêrê pêşketineke mezin çêbûye.

Salih got ku dê di vê heftiyê de li bajarê Hewlêrê konferensek di navbera sermayedarên Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî (Îmarat) û yên herêma Kurdistanê de bê saz kirin.
Serokê hikûmetê li dor vê konferensê gor ku ew konferenseke fermî û ji bo encamdana çalakiyên hev beş di warên aborî û bazirganî de gelek giringe.

Di marasimê de nûnerê sefaretxaneya Japoniyayê, hijmareke wqezîrê hikûmeta Kurdistanê, waliyê Hewlêrê û jimareke mezin ya sermayedarn amade bûn.

Back to top button