Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwazî li Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir

Îro dûşemiyê 17.05.2010 Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li serok, cîgirê serok û mekteba tenfîza nû ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de ku  Mihemedê mela Qadir û şêx Mihemed Şakelî amade bûn, mela Ebdula mela Se’îd Girtikî serokê hilbijartiyê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê bi navê xwe û desteya nû, ji bo vê hevdîtinê spasî serok Barzanî kir. Mele Ebdula tekîd li wê yekê kir ku yekxistina her du yekîtiyên zanayên ola îslamê, piştî veqetandina nêzîkî 15 salan, yekxistina nav mala Kurd e û got: ”Girêdayîbûna desteya nû di bergirîkirina ji mamostayên ola îslamê û karkirina ji bona pêkvejiyan û aramiya olî li Kurdistanê dê berdewam be. Çawa Yekîtiya Zanayan herdem bi helwestên xwe yên neteweyî hatiye nasîn, bi heman awayî wê Yekîtiya ku Barzanî yê nemir damezrandî li erk û bernameyên xwe da berdewam dibe.”

Ji bo sazkirina kongreya Yekgirtina her du Yekîtiyên Zanayan, serok Barzanî pîrozbahî li serok,  cîgirê serok û desteya nû ya Yekîtiya Zanayan, ji bo erk û bernameya wê rêxistina bi bandor û giringa Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û piştgîriyeke tevahî li erk û bernameya wan kir.
Serokê Kurdistanê tekîd li wê yekê jî kir ku ol berî hemû tiştekî exlaq e û welat jî bi exlaq ve tê avadan kirin ji bo wê yekê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê divê rolekî serekî di dirustkirina mirov da bibîne. 
Barzanî  daxwaz ji şandeya melayên Kurdistanê  kir ku girîngiyê bidin li ser pêkvejiyana birayaneya di navbera pêkhatên Kurdistanê de, ji ber ku herêma Kurdistanê bi wê yekê serbilinde û nabe bi tu awayekî cih bidin cudahiya neteweyî, olî û mezhebî.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got. ”Gelê Kurdistanê xwedî çandeke pîroz û bilinde,  ew ferheng jî bûye sedema serkeftina ezmûna herêma Kurdistanê. Ol û nîştiman qet ji hevdu cuda nabin, ji bo wê yekê divê mamostayên olî xelk li ser bîr û baweriya neteweyî û nîştimanî perwerde bikin. Divê her takekî vê Kurdistanê jî bê cudahî Kurdistanê bi a xwe bizanê û parêzgeriyê lê bike.

Sebaret bi diyardeya terorê jî serok Barzanî dûpat kir ku pêwîste mamostayên olî gelek bi tundî beramber wê diyardeyê rawestin, bi taybetî terora exlaqî ku nahezên gelê me ji bo wê hewl didin  ”Qed nayê qebul kirin tecawiz li ser muqedesata ol û neteweyî bê kirin. Raste xelk azade lê belê ew azadî nayê wê wateyê ku tu maf bi xwe bidî û tecawiz li ser muqedesatan bikî.”

Her wiha li dawiya hevdîtinê de hejmarek ji endamên Mekteba Tenfîza nû çend xalekî di derbarê kemasiyên Yekîtiya Zanayan xistin berçav û serok Barzanî jî soza çareserkirina wan kêmasiyan da.

Back to top button