Polîtîk

Serokê hikûmetê bi Murat Ozçelîk re civiya

Huhî  Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Murat Ozçelîk sefêrê Tirkiyeyê yê li Iraqê kir.

Di hevdîtinekê de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê  li ser rewşa siyasî ya Iraqê û çawatiya bihêzkirina pêwendiyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê gotûbêj kirin. Her du aliyan tehî li ser wê yekê kir ku xurtkirina têkeliyên siyasî, abprî û bazirganî di berjewendiya xelkê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ye.

‏Mijareke din ya hevdîtina serokê hikûmetê û sefîrê Tirkiyeyê pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bû. di vê çerçoveyê de her du alî li ser wê yekê hevfikri bûn ku pêwîste hemû aliyên siyasiyên îraqî beşdariyê di hikûmeta nû de bikin û hikûmeta nû tebîrê ji maf û daxazên hemû pêkhatên Îraqê bike. ‏

Berhem Salih serokê hikûmetê di axaftina xwe de got ku divê hemû delwtên cîran hurmetê ji îradeya xelkê Îraqê re bigirin û ji bon çareserkirina nakokiyan hevkariya pirosesa siyasiya Îraqê bikin.

Back to top button