Polîtîk

Ji bo serokatiya CHP-ê Kemal bû kandîdat

Li Tirkiye siyaset jî wek gelek tiştan lewitî tê kirin. Ji berî heftiyekî serokê CHP-ê Denîz Baykal bi eşkerekirina kasetekî di derbarê jiyana wî ya taybet de mecbûr ma ji serokatiya partiya xwe îstifa kir. Di wê kasetê de pêwendiyek taybet li gel parlementerek jin ya CHP-ê hebû. Istifa Baykal hesabê CHP-ê bi xwe bû.Lê cardin siyaseta durû kete piyasê û endamên CHP-ê ji bo vegera Baykal, derê mala wî kon vedan  dest greva birçîbûnê kirin. Kemal Kiliçdaroglu çend cara serdana Baykal kir jê xwest cardin vegere bibe serokê partiyê. Lê Baykal xwe giran firot û tiştek nexist destê wî de.

Piştî heftiyek din kongreya CHP-êye, heta niha jî di CHP-ê de yê herî xort Baykal bi xwe ye. Dixweyê hevalên Baykal û grubek di nav partiya wî de dixwazin ev ji serokatiya partiyê dûr bikeve da ku rê li ber hinek din vebe û mecala ku partî xwe nûjen bike çêbibe. Ji bo vê jî îhtimala ku, ew kaset bi destên hinek kesên nêzikî Baykal hatibe amade kirin geleke.Lê wek her caran wan rêya hesanî hilbijart û hukumet kirin berpirsîyarê vê bûyerê.

Niha Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku, di kongreyê de, ew ji bo serokatiya CHP-ê bibe kandîdat. Kiliçdaroglu da xûyakirin ku,Baykal vegerê jî ew ji biryara xwe şûn de gav navê je. Halbûkî di serî de ev di dilê wî de hebû. Lê piştî siyasetek veşartî û hinek hesabên tevlîhev, ev biryar da.

Rastî jî li Tirkiye siyaset di nav partiyan de jî bi awayek vekirî tu caran naye kirin. Tunebûna demokrasiyê di nav partiyan de sedemê bingehinê ku li Tirkiye demokrasî ava nabe.

RojevaKurd/Nûçe

Back to top button