Civak

Tovê mîlîtarîzmê çewe tê reşandin

Dema civatek li ser bingehê milîtarîzmê tê avakirin , encamên wê rojane di jiyana insanan de tên xuyakirin. Ev wenê ji rojnameyek ya Tirkî hatiye girtin. Herweha ev nûçe jî di rojnameyekî de hatiye weşandin.

Ev zarok li Stanbulê xwendevanên dibistanek sereteyî ne. Ev zarok ji berî dest pêla yekê bikin di pêla destpêkê de salekî perwerde dibin û armanc ewe ku wan ji destpêkirina dibistanê re yanî ji pêla yekê re amade bikin. Temenê wan 6 salin.

Li Tirkiye dawiya salê gelek xwendevan di dibistanan de şanoya çêdikin û hinek çelakiyan pêktînin. Ev zarok jî bi şanoyekî şerê Çanakaleyê dileyzin. Destê van zarokê 6 salî de çek hene û li himber dijmin şer de ne, li gora şanoyê hinek ji wan tên kuştin û yên dijî serdikevin.

Gelo welatek perwerde bi vî awayî be dê jiyan çibe? Ev jî hêviya xwendevanaveye. Gotinek ya Tirka heye dibîjin “ Her tirk leşker xwedê dide“ Kerembikin vî kerî ji vî borî derbas bikin..

Back to top button