Polîtîk

John Major: Kurdistan di gelek waran de baş pêşde çûye

Îro li bajarê Hewlêrê, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li serokwezîrê berê yê Brîtaniyayê John Msjor û şandeya pê re kir.

Di hevdîtinekê de ku, Kerîm Şingarî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi wekalet û çend wezîrên hikûmetê amade bûn, serokê hikûmetê, John Major serokwezîrê berê yê Brîtaniyayê weke dostekê dêrînê gelê kurd wesif kir û rola wî di piştevanîkirina gelê kurd di rojên nexweş û dijwar de bilind nirxand.

Serokê hikûmetê got ku John Major serokwezîrê berê yê Brîtaniyayê, di derxistina biryara Neteweyên Yekgirtî bo parastina bajarên Kurdistanê (bakûrê Îraqê, xeta 36 a dijîfirînê) li sala 1991ê de û parastina xelkê Kurdistanê ji êrîşên rijêma Bassê a diktator, roleke sereke hebû. Salih got: Gelê Kurd gelekî bi wefaye û çakiyê tu carî jibîr nake.

Di berdewamiya axavtina xwe de serokê hikûmeta herêma Kurdistanê tekîd li ser giringiya pêşxistina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Brîtaniyayê, bi tyabetî di warê avadankirin û geşkirina prosesa demokrasiyê li Kurdistanê û Îraqê de, kir.

Ji aliyê xwe ve, Major got ku ew bi vê serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kêfxweş e û dot jî ku herêma Kurdistanê di nava van 20 salan de di gelek waran de, bi taybetî di warê avadankirin, sermayerazandin û aramiyê de, pêşde çûye û rola serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê di prosesa siyasiya Îraqê de bilind nirxand.

Back to top button