Bernameya Ronahî, di medya cîhanî de…
Di destpêkê de Ajansa Nûçeyan a Swêdê TT ku serwisê ji tevayiya welatên Iskandinavya re dike li ser Ronahî bi rojnamevan Cemal Batun û siyasetmedar Kamiran Haco re reportajek berfereh amade kir. Ev reportaj di mezintirîn rojnameyên Swêdê: Dagens Nyheter, Exspressen, Göteborg Posten û gelek zêde rojnameyên herêmî de, heman rojê di medyaya navendî û herêmî ya Danimarka û Norweçê de jî cîh girt.
Piştî reportaja TT, vê carê Ajansa cîhanî Associated Press li ser bernameya Ronahî reportajek berfereh di serwisên xwe yên telewizyonî, radyoyî û rojnameyî de amade kir. Di reportajë de di çarçoweya xebata bernameya Ronahî de û tesîra wê, rojnamevan Cemal Batun û siyasetmedar Kamîran Haco agahdariyan radigihînin. Ev reportaj ji ji medyaya Awusturalyayî, heta Hindistanê, Kanada, Amerika, Tayland, Japonya, Rusya û gelek welatên din de cîh girt.
(avestakurd)