Cîhan

Terora rejimê berdewam e

Nûçeyên ku malperên Facebookê diweşînin diyar dikin ku herêmên navborî ji sibeha zû ve di bin gulebarînê de ne û hejmarek mezin ji welatiyan birîndar ketine. Artêşê deverên herêmê ji hev qut kirina bi rêya girtina kolan û xaçerêyên serekî.

Di heman demê de Tûra Nûçeyan ya bi Navê Şam diyar dike ku nîşançiyên rêjîmê, li bajarokên Telbîse û Resten li ser avahiyan belav bûne, ji herdû bajarokan hijmarek welatî birîndar kirine. Dî wan dîmenên ku li ser tûra pewendiyên Civakî Face Book ê belav bûne, laşên birîndaran li ser kolanan belav bûne, herweha hêzên rêjîmê nahêle kes here bi hana birîndaran ve, yan jî herin laşên wan ji ser kolanan dûr bikin. Heman jêder diyar dike ku hêzên ewlekariyê dest avêtine ser nexweşxaneya Restenê û xelk ditrisin ku rêjîm birîndaran êsîr bike û nehêle ku bên dermankirin. Agahiya ketina kuştiyekî heye.

Tê zanîn ku xelkên bajarokê Restenê mezintirîn peykerên Sûriyê yê serokê kevin Hafiz Al Assad di 15ê Nîsanê de herifandibûn.

PNA
Hîm Mele Ehmed / Can Med

Back to top button