Polîtîk

Elçî: Dê serok Apo jî di nav me de be

Berendamê parlementoyê yê serbixwe Şerfeffetin Elçî li Diyarbekirê di axavtinek ya xwe de got ku emê Abdullah Ocalan di nav xwe de bibînin. Elçî îdia kir ku dê Apo bête berdan û vegerê nav wan.

Li Diyarbekir navça Yenîşehîrê Şerefettin Elçî xebata xwe ya hilbijartina de axavtina dike û dîtina xwe ji bo gelê Yenîşehîrê dibêje. Elçî di axavtina xwe de got: Eger em naxwazin, kurd bêne sergom kirn û îşkence kirin divê em hev bi hêzbikin. Hukumeta Ak Partiyê, bersiva daxwaziya kurdan yên mafên demokratîk bi tundî dide zorê û îşkencê dike. Emê 12-ê Hezîranê zelekî welê li Ak Partiyê bidin ku ew tucara wê ji bîr neke.

Di berdewambûna axavtina xwe de Elçî got: Eger blok di hilbijartinan de bi hêz derkeve, wê temsîliya miletê kurd xort bibe. Wê roj werê, emê ne pêşwaziya cenazeyên gerîla bikin, emê bi zindî pêşwaziya wan bikin. Emê hevalên xwe yên di zindanan de di nav xwe de bibînin. Ew serok Apo yê ku, hun ji bo wî bedana xwe dişewitînin û behriya wî dikin dê nav me de be.

Back to top button