Polîtîk

Selîm: Opozisyon nekarî fêdey ji xwepêşandanan bibîne

Berpirsekê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê rexneyê li aliyên opozisyon (Tevgera Goran, Komela Îsalmiya Kurdistanê û Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê) digire û dibêje ku her sê partiyên opozisyon nekarîn di dema herî baş de xwepêşandananên silêmaniyê di berjewendiya pirosesa çaksaziyê de bikar bînin.

Semîr Selîm endamê polîtbûroya Yekgirtuya Îslamiay Kurdistanê di nivîseke xwe de ku di rojnameya Hawelatî hatiye weşandin dibêje:
– Xwepêşandanan ji bo aktîvkirina encamdana reforman li herêma Kurdistanê, derfeteke baş pêkanî. Vê yekê jî wisa kir ku parlamentoya Kurdistanê piştevaniya daxazên xwepêşandanna bike û ji bo cîbicîkirina wan daxazn biryareke 17 xalî derxist. Tevî vê jî serokê herêma Kurdistanê û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê jî, ji bo encamdana reforman li herêma Kurdistanê amadeyîya xwe nîşan da.

Semîr Selîm di nivîsa xwe de dibîje ku aliyên opozisiyon nekarî derfeta xwepêşandanan di berjewendiya pirosesa reforman de bikar bîne û dinivîse:
– Ev yek jî awayê bêselîqeya opozisyonê di warê miamilakirina bi derfetan re (piştevaniya parlamentoyê, serokatiya herêm û hikûmeta Kurdistanê  bo daxazên xwepêşandanan) weke pêwîst miamileyê pê re bike.

Back to top button