Tiştên xirab, tiştên baş
Rêbazek îşkenceyê ya duşa Îskoçiyan heye. Ava kelandî û ava sar di heman demê de diberdin ser mirovan. Carna ez difikirim ku em hemû di bin wê îşkenceyê de mane.
Min niyet bû ez çîroka zarokê ku tiştên li Pozantiyê jiya, bi çavhêstir vedibêje binivîsim. Ez bi çîroka wî ew qas bihêrs bûm, hindik ma hêrsa min li ser aqlê min bikeve û şiddeta hovî ku di nava hemû mirovan de heye rake ser piyan.
Baweriya min ewe ku lazime yên vê sûcê kirine, bi cezayek wisa bên cezakirin ku ji herkesi re bibe mînak.
Ezê tu cara gotina midurê girtîgêhê ya ji ‘zarokên kevirajêj’ re gotî jibîr nekim.
‘Ezê we deynim ba Ozgur’
Ozgur mexluqatek navdar ê ku dest diavêje zarokan e. Midur vê zane, liber dernakeve, zarokên ku ji wan aciz bû, dideyne ba wî dehbeyî.
Tişta midur xwestî jî çêbîbû. Di qawîşa ‘alavê destdirêjiyê (tecawîz)’ de zarok rastî destdirêjiyê hatibûn.
Ez bi teqez bawer dikim ku wê Serokwezîr û wezîrê Dadê jî weke min bihêrs bibin û wê dile wana jî bişewite.
Ez dixwazim ji wana bipirsim.
Hûnê çi ji van zilaman bikin?
Min nebawere ku bitenê ji wezîfê dûrxistin, têrê bike.
Ji vê hovîtiyê û dermirovahiyê re cezayek wisa lazime, de ji civakê re bibe mînak
Ma wateya wê çiye ku bi qestî wan zarokan dideynin ba destdirêjekî? Ma ji vê mezintir sûc hene?
Kî van zilaman dike midurê girtîgehan, kî zarokan teslîmî wana dike? Di zanamin de herkes darizandina wan destdirêjên wehş weke min dixwazin.
Lazime kesên tecawîzî li wan zarokan kirîn bêceza nemînin.
Di wexta ku min niyet bû ji hêrs û aciziya xwe derkevim derve, Kurtuluş têket hundir.
Got ku li ser ANFê peyameka Ocalan hatiye weşandin.
Cumali Karsuyê li Îmraliyê digel Apo dimîne, ji Buroya Asrin a ku parêzerên Ocalan lêne feqseke şandiye. Mohr ya Karsu bû, lê dihat fehm kirin ku peyam ji Apo tê.
Ocalan dixwest ku greva birçîbûna ku didu parlamenterên BDPê dane destpê kirin, bi awayek minasib bê qedandin.
Ez bi vê yeke pirr kêfxweş bûm. Çimkî me dibihîst ku sihheta wan parlamenteran ketiya rewşek xeternak. Ji aliyê civakê ve jî ev grevên birçîbûnê nedihat pejirandin.
Dihat fehm kirin ku ji bo ku civak jî bipejirîne, dê zêdetir mirov beşdarî birçîbûnê bibin û jiyana xwe bixin xetereyê de.
Demek berê ‘Platforma bi Apo re Mizakere’ ku jina saz kiribû hatin serdana min. Min ji wana re gotibû ku ‘hûn jiyana mirovan dixin xetereyê de. Ev çalaki ji aliyê civakê ve nayê pejirandin.’
Endam û kesên di wê platformê de dixwestin bi Apo re ji nû ve hevdîtin pêk werin.
Min wisa got: ‘di meha Temmuza berê ev tiştên hûn dixwazin hebûn, bi Apo re hevdîtin dihat kirin. Heke hûn bixwazin ji nû ve vegerin meha Temmûzê, bitenê bang kirina dewletê, ji aliyê civakê ve nayê pejirandin. Kî wê pêvajoyê xetimandibe bangî wana jî bikin, lazime PKK jî daxuyaniyekî bide.
Piştî rûdanên di Temmûza borî û hurguliyên hevdîtina MİT û PKKê, êdî tu kes bawer nake ku, bitenê xwestina dewletê dê ev pêvajo birêve biçe.
Di daxuyaniya Apo de ‘ tevî hemû tiştan wê tiştên baş çêbibin’ mirov hêvîdar dike.
Li gor min divê bi Apo re hevdîtin bidomin. Çimkî ji wî alî, ew tespîtên baş dike û li riya aştiyê digere.
Divê ev dewlet pirsa kurdî li ser hîmê wekhevî û azadîyê çareser bike. Riya aramiyê eve. Di vê heyama ku Ergenekon ji nû ve hişyar dibe de, pêdiviya aştiyê girîngtir dibe.
Weke ku me li Pozantiyê jî dît, ewlehiya zarokên me jî bi vê yeke ve girêdayî ye.
Ez vê nivîsa ku min bihêrs dest pê kir, bi şadî diqedînim.
Ez hêvîdarim ku wê sûcdarên Pozantiyê bên ceza kirin, bi gavên wêrêk yên hikumetê û Apo, wê aştî bê dîtin.
Ev hêvî jî, di van rojan de dilê mirov xweş dike.
Ahmet Altan
taraf/xebrênkurdî