Civak

Di hinek çelakiyên KCK-ê de rola polisan çîye?

Li Diyarbekir di çerçova doza KCK-ê de dadgehê dest doza KCK-ê rêxistina gencan a Misirbînê kir. Di dadgehê de hinek  girtiyên doza KCK-ê, axavtin û agahdariyên balkêş dan dadgehê.

Li gora nûçeya rojnama Taraf, hinek girtiyan got ku, polisa ew perwerde kirine û ew fermana çelakiyan ji polisan distînin.

Doza KCK-ê ya Misirbînê de 26 kes amade bûn. 23 ji wan girtîne. Ji girtiyan Peşger Îlhan, Serhat Kartal, Botan Cankurt û Tekoşin Bulca dan xuyakirin ku, wan çelakiyên xwe bi fermana polisa kirin. Di vê derbarê de waliyê Mêrdînê Turhan Ayvaz got ku: Mimkine ku ev kesên hanê derewa dikin, lê cardin jî îdiayek girîng dikin.Divê lêpirsîn li ser van axavtinan bête kirin.

Ji girtiyan Tekoçîn Bulca di êfada xwe de got: Polisa ez perwerde kirim.Polisa ez kirim nava BDP-ê.Polisa xwest ez çelakiya bikim û kevira bavêjim û xwestin ez provakasyona bikim.

Back to top button