Polîtîk

Nûçeya Awêne ne rast e

 Peyvdarekî bi navê Dîwana Serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û nûçeyeke Rojnameya Awêne red kir û ev jî teksta vê daxuyaniya hane;

Di bersifa vê nûçeya ku, Rojnameya Awêne di hijmara xwe ya 316an di roja 6.3.2012an de belav kiriye de em li Serokatiya Kurdistanê eşkere dikin ku, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li gorî qanûnê biryara destnîşan kirina Kosret Resûl Elî weke Cîgirê Serokê Kurdistanê daye û di roja 15.2.2012an de Dîwana Serokatiya Kurdistanê jî bi awayekî fermî û nivîskî ev biryara han pêşkêşî parlementoya Kurdistanê kiriye.

Meseleya soz xarina Cîgirê Serokê Kurdistanê meseleyeke îcrayî û girêdayî bi Parlementoya Kurdistanê veye û Parlementoya Kurdistanê jî dema sund xarina nav hatî destnîşan dike ne Serokatiya Kurdistanê.

Em weke Serokatiya Kurdistanê li gorî agehî û zaniyariyên xwe diyar dikin ku, heta niha dema sund xarina Cîgirê Serokê Kurdistanê ji aliyê Parlementoyê ve nehatiye destnîşan kirin daku, dû caran were paşde xistin.

Lê rojnameya Awêne behsa vê yekê dike ku, sund xarina Cîgirê Serokê Kurdistanê dû caran hatiye paş de xistin, ev di demekî deye ku, parlementoya Kurdistanê jî di vê demê de di nava bêhin wedana xwe ya zistanê de bûye, bo agehdar bûn ji rastiya vê meseleya han me belav kirina vê daxuyaniya han bi pêwîst zanî.

Peyvdarek bi navê Serokatiya Kurdistanê

6.3.2012

Back to top button