Romanek nû:Sar
Romana nû ya Zeynel Abidîn, « SAR » derket
Romana nû ya Zeynel Abidîn ya bi navê « SAR » ji aliyê Soran-Roman hate weşandin.
Romana nû ya Zeynel Abidîn ya bi navê Nivîskar romana xwe wek dildeftera evînê û trajediyeke Kurd bi nav dike. Roman ji aliyê Weşanxaneya Soran derket û ji beşeke bi navê destpêk û dû re jî bi 12 beşan pêk tê û 308 rûpel e.
Nivîskar di vê berhema xwe de ketiye nav hewildaneke jibo naskirina kesayetan ji layê felsefî û psîkolojîk yên lehengên bênav yên civaka Kurd, ku li welat û derveyî welat di tekoşîna hebûn û nebûnê de ne. Serpêhatiyên xemdar û hêviyên nediyar pêkve evîneke nû dihafirînin, yan jî xwe wisa dihesibînin. Xortekî nû yê ji gundekî Dêrsim kesekî ku bi sixûrî dihête sûcdarkirin dikûje û êdî ew gênc dest bi gengeşiyeke nefsî ya bi xwe re dike, dizane her tişt derew e, ew sûcdarkirina sixûrtiyê jî, îdîayên mezin yên şoreşgertiyê jî… Ji wê û pêve qet asteke jiyanê wî xortî efû nake û esil ew bi xwe jî xwe efû nake.
Roman bi navê SAR sermaya ser dilê wî gêncî bi keçeke bermayiya komkûjiya Helebcê re dide nasandin, jiyan ev herdu zaroyên karesatan li rêyekê dide girêdan û benden evînê bo donzde demjimêr jî bibe li herdu giyanên birîndar li hev dide girêdan…
Taybetiyeke din ya vê romanê jî, ev e; vegotina romanê bi Kurdmancî, lê gelek diyalogên di navbeyna kesayetên di romanê de bi hersê zarav (Kirmancî, Kurmancî û Soranî) hatiye pêkanîn.
Weshanxaneya Soran nû hatiye avakirin û di destpêkê de li Almanya-Berlîn dest bi weşana xwe dike, lê li gor agahiyên rêvebirên weshanxanê armanca wan ew e ku di demeke kin de hem li Başûr û hem jî li Bakûr karê weşana ziman û wêjeya Kurd pêk bihînin.
Ev roman divê were xwendin…
KNN/Hawar Elî
Sar – Zeynel Abidîn
Şervanek û evîndarek xwedî sê janînê ne: Herdu jî bi tenê
ne, herdu jî dikarin mirinê pêşwazî bikin û herdu jî
heta baweriya wan neyê kuştin, teslîm nabin.
Nvîskar
„Mirovên ku aliyên wan yên manewî pir bi hêz in, ji yên
din qat be qat mezintir trajediyan dijîn. Sedema yeqîn jî
ev e; ew jiyanê bi rûmet dikin. Jiber ku jiyan bi çekên xwe
yên herî erjeng hêrişî ser wan dike…”
Nîetzsche
Destpêk
Bedena mirov behra evînê ye û her kalemekî evînê jî xwedî giyan û viyaneke bêdawî ye.
Ahura Mazda, Ronahiya Gerdûnê bi şewqa xwe rûyê erdê dibirqîne û giyanên her hebûnê bi wê zelal dike. Rastî dîsa cîhê xwe yê berî û rêkûpêk digrin û derewa Ehrîmanê ku ew dijminê evîn e, tê fêmkirin:
“Ya ku av, ax, agir û asîman afirandin, evîn e û ji bilî bêrîkirina bê dawî, bi jan û bi sebir, çi lava û bergerînekê di vê îbadetê de nayê bicîhanîn.”
Evîn kelam e, kelamê qedîm e, qedîm êşa evînê û di derya hesretê de her dimîne. Ez di wê deryayê de li êşa evîna xwe digerim û rojeke ji rojan, afirîneriya pîroz ya Gerdûnê dê min di dilê xwe de veşêre…
Ji ber ku ev dil ji bo te ew qas bi rihm û şewqat e, ey Evîndar. Jiber ku ev jiyan bêwarek sar e…
I
Raz
Evîndarî, peymana dilsozan e, dilsoz peyî xeya-la rastiyê dikevin û wisa dibêjin: Rastiyeke wisa bifikire ku bila xeyal neşkê, xeyaleke wisa bike ku bila nebe derew.
Heracleitos, gelê xwe wek birr didît û ji ber kerba ku ew birr wisa bê hay û bê qisawetên hebûna xwe dijî, ew jî xemgîn dibû û her dem di nav gel de bi rûyekî girî û bi kedereke bêdawî digeriya. Bi vî aweyî, wî hem gunehê xwe bi mirovên xwe dihanî û hem jî ew berjêr dikirin…
Democrîtos jî gel wek birr qebûl dikir. Lê ew ji ber vê niherîna xwe xemgîn nedibû, berewajî daîm û bi derewan be jî, biken dibû. Wî çi mirovek bidîta, bê sedem û bê wate wisa dikeniya… Wî jî, şiyarkirina „birra” xwe, bi ken û şahî pêk dihanî û bi vî aweyî, bi dilşadiyeke ecêb mirovên xwe perwerde dikirin…
Lê em, kesên mîna min û te, yanê ew kesên ku dizanin û dibêjin “ez yek ji wê birrê me” kena xwe jî, giriya xwe jî nizanin ji bo kî û çi dijîn?
Belkî jî, ji bo vê yekê ew ne li benda sibehê ne û şerê wan jî, evîna wan jî wê negîhîştiba ronahiyê. Ji ber ku „birreke” wan tunebû û ew bi ken û giriyên xwe bes dikaribûn dilê xwe yê di nav bajarên talankirî de bê destmayî, perwerde bikin…
Em jiyana xwe perwerde dikin…
Û jiyan ne erk e. Jiyan ne nirx e… Lê hin mirov wê wek erkekê dijîn û jiyan bi nirx dibe. Belkî jî ew bes bi vê erkê ve hêjayê jiyînê dibe. Kesên ku jiyanê wek erk dijîn, dibin şervanên evîna bêdawî. Evîna bêdawî çi ye, ez jî nizanim. Lê qasî ku em ji mamostetiya dilê xwe yê azarkêş fêr dibin, evîna bêdawî heye û ew raza dilê bi esil e. Vê razê jî, xwediyê wî dilî ne, fetîhkirî wî dilî dikare bizane. Ev roman ya fetîhên dilan nîne, ya wan dilan bi xwe ye…
II
Pîro, ez biyo qatîl…
Bawerî û kuştin, bi evîneke xeterîn li hev têne girêdan. Jiber ku gava evîn dikeve nav ba-weriyê, êdî kuştin jî, mirin jî dibe karekî hêsan.
Û hemî karên hêsan çavê mirov kor dikin…
Navê rêwî Baran bû û bi tenê bû. Dimeşiya, gavên xwe mîna ku ji ser kendalek mezin û kûr baz dide, dihavêtin. Xwîdan ji ser pişta wî dihavêt. Lezekê sekinî û xwe bi xwe got, „Hinekî bînha xwe bidim, waye dimrim ez,” lê paşê mîna ku tiştekî hatiye bîra wî, vecinîqî û ev car bi leztir berdewama meşa xwe kir. Êdî ew hizra bîhindanê nediket dilê wî, ji nûve dest bi revê kir.
Ew rêwî ez bûm, Sare. Ew rêwiyê gênc û di nav tirs û bêhêvîtiyeke mezin de çûyî ez bûm. Belkî hûvde salî bûm, belki jî kêmtir. Ji ber tirsê caran ji xûmexûma henasên xwe jî vedinicîqîm, lê esil tirs di nav dilê min de bû. Tirsa ji Xwedê, gelo min tiştekî pir xirav kir, nizanim? Êdî direviyam, di nav xwîdana canê xwe û toza ji bin lingên min derdikevin de mabûm. Di nav tozeke bi xwîdan, şil û şepel de… Lê qet tiştekî êdî nedikarî meşa min ya bi lez bide sekinandin, meşiyam û paşê reviyam. Westiyam, min dest bi meşandinê kir û piştî lezekê dîsa dest bi revê kir. Êdî ji dûr ve wek gogeke ji tozê dixûyam, gogeke mîna gule di nav şaxên berwar de difire û diçe.
Bû êvar, paşê jî, şev di ser min re derbas bû, tariya nîvê şevê bû û min xwe gîhand ber gundekî çiyayî, gundekî biçûk û di nav şaxên çiyayên asê de…
Ji paş xaniyê ewil derbas bûm, min jî wateyek nedabû vê yekê, lê dîsa jî min nexwest ku di mala ewil de bibim mêvan. Xaniyên gund ji hev dûr bûn, hem jî gelek dûr. „Gelo di vî gund de kesên xwîndarên hev û du hene?” min pirsî xwe bi xwe. Li ber mala sêyemîn bû, çaremîn bû min êdî nedizanî, ez sekinîm. Xaniyekî îhtiyadî, ne ew qas bi ihtîşam, ne jî ew qas bi halê hilweşiyayî. Gava ji xaniyê ewil derbas bûbûm, min wisa hizir kir; xaniyên herî xirav yên feqîran in, ew nikarin mirov bikin mêvan, gava bixwezin lê nekarin xwerinekê daynin pêş mêvanek Xwedê, min pir baş dizanîbû ku dûnya çawa li ser xwedî konaxê dibe tarî û zîndan, zîndaneke bi şerma bê dawî. Xaniyê pir xweşik jî yê dewlemendan in, ew jî ji mêvanan hez nakin, hez bikin jî, mêvanên wek min nedixwestin biçin maleke wisa. Ji ber vê yekê di dawiyê de ez çûm û li ber vê mala îhtiyadî, maleke wek bi halê xwe sekinîm. Deriyê xaniyê ji texte bû, lê jor û jêr sacên mixkîrî pêve kiribûn. Belkî ji ber saxlemiyê bû ku ji derve nehête şikandin, belkî jî gava yek hat û derî xist, bila deng bihête hundir… Xwedê dizane ji ber çi, lê êdî min fikara vê yekê nekir. Min sê caran li saca ser jora deriyê xist. Hindek sekînim û evcar hindek bi hêdîka û ne sê caran, bes du caran…
Dengekî ji hundir;
„Kam o?”
„Ez o!”
„Ti kam o?”
„Meymanê Heqî!”
“Namê xo vacê meyman!”
“Baran, lacê Seymemî!”
Li ser peyva dawî xwedî malê derî vekiribû. Bi çirayê destê xwe rûyê mêvanê xwe yê xerîb bi ronî dikir. Min li hember xwe rûyekî bi ken û bê guneh dît, wî jî bi keniyeke bi meraq ez bersivandim. Qet tiştekî negot bi helwesteke wek sofiyekî dûr û bi esrarî, bi rûyekî ku tu dibêjî bi salan e hesreta mêvanek Xwedê maye, wisa jidil mêvanê xwe hilda hundir.
Ew li pêşî, ez jî li dû re, em ketin odeyeke mîna hewş. Li erdê cil û mînderên kevin raxistî bûn û pênc-şeş zarok li wê derê radiketin. Lihêf ji ser xwe avêtibûn, zarok mîna berxên li gomê, wisa mil û pî li ser hev avêtî, radiketin.
Zarokên esmer, çûr û qûmê û hemî nîv tazî û mîna ji canekî hatine afirandin, li ser mînderek tenik û kevin û li bin lihêfa zirav û qilêrîn, zarok mîna stêrên şeva havînê dibiriqin. Jiyan û evîn diherike ji wan û hemî jî bes bi biryareke nediyar û bêqeder ji kesên ku evîn ji xwe re kirine şehwet, hatine dun-yayê û di destpêka jiyaneke avavok de êdî gerdûn yan jî Xwedê, wan bi êş û feqîrtiyên mezin îmtan dike û îmtana wan hîna xilas nebûye, nabe jî…
Min bi dîtina wan zarokan ya bi wî halî ez bi hemî giyan û canê xwe ve lerziyam…
Di nav wan zarokan de keçekê jî hebû, eniya wê mîna ya te fireh û porên wê qehweyî û heta bixwezî esmer… A niha gava behsa wan zarokan dikim, dilê min dikele evîndara min, rûyê te tê bîra min û ew sûcê ku ez bi salan di ser milê xwe de bi giraniya wî nikarim xwe serrast bikim, du caran girantir dibe. Ew keçik jî di ber çavên min de a niha mîna te dibe. Belkî te jî mîna wê mehsûm û di nav feqîrtiyên mezin de jiyaneke zarokatiyê derbas kiribî. Wêneyê te li ber min e û li ser eniya te ya xweşik rêça birîneke kevin dibînim û xwe bi xwe dibêjim, nebe ku di leyîstikeke di dema zarokatiyê de lawikekî har li te xistiye û eniya te wisa birîn bûye. Kerba min diwerime, dilê min jan dide û êdî hizrên wisa ecêb û nemayî dihêne bîra min ku…
Pîremêr hêdî hêdî lingên xwe ji ser cilên zarokan derbas kir û çû di koşe wî aliyê hefşê, mînderekî din raxist erdê û ji min re got;
“Roşê! (Rûne!)”
Ez jî rûnîştîbûm, eniya min ji ber roniya çirayê dibirîqî, birqîneke şil xwe diyar dikir. Toza ser eniya min bi xwîdanê re wisa zeliqîbû û mîna kêvanekî reş li ser birûyên mêvanê reben xetên reş û teniyên gir û gilover çêkirbûn. Min bi destên xwe ve ew rêç kirin, lê destên min nav reşayî de mabûn. Piştî lezekê min li rûyê pîremêrî mêze kir û ji dilê xwe derbaz kir,
“Wele şansê min heye, Xwedê kir ku xwedî konaxa min yekî pîremêr e.”
“Heq razî bo ap!”
Pîremêrî gazî ti kesek nekir, dîsa bi îhtîmameke ku pêlê laşê zarokan neke, wisa bi hostatî derket çû hun-dir û îskaneke av anî û da min.”
“Ha na axwê bişimê. Ti weşan a?” (Ha vê avê vexwe… Ma tu ne birçî yî?)
“Heq razîbo ap, ez wêşan niyo, ez axwê şimen, bes o, tepiya kûno ra xo ra!” (Xwedê razî be mam. Ne birçî me. Ez ava xwe vedixwim û dû re radikevim.)
Pîremêrî ji min re lihêfeke sor ji nav cilên qatkirî derxist û paşê ji min re got:
“Heq rihetiyê bidê to!”
“Şima ra kî!” min got.
Gava min ev gotina xwe ya dawî got, li çavên pîrêmêrî nihêrî. Li ber roniya sivik û zer ya çirayê, çavên kesk yên pîremêrî wek stêrên şeva bê heyîv, wisa ron ron dibirîqîn.
Min serê xwe danî ser mînderê û dixwest yekser ez binivim. Laşê min ew qas westiyabû ku her cîhê min dihêşiyan, dest, mil, sermil, pişt û çîpên min ew qas dihêşiyan ku min nedikarî ez rakevim. Lê esil ser dilê min dihêşiya, ev êş êşeke cûda bû, berî lezekê di çavên pîremêrî de, min di çavên wî yên wek stêr dibirqin de jî ew êş dîtîbû. Belê, ew êşa nav çavên rojîn yên pîremêrî di ser dilê min de çikiyabû û ji bilî westana min ya bê hesab, ev car jî êşa ser dilê min nedîhîşt ez rakevim. Heta roj derkeve, berbang bavêje û dengê xûşexûşa jiyana bihareke dereng ya li gundekî çiyayî dakeve meydana xwezayê û hemî hebûnan hişiyar bike û têxe nav jiyana rojeke nû, min çavên xwe negirtibûn.
Bo lezekê û bê hemdê xwe ez hinek niviyabûm. Bi birqîna çavê stêrkî yên pîremêrî ve ji xaftra vecinîqîm û min xwe serrast kir. Çavên xwe mizda, li der û dor nihêrî. Dengê wişe wişa zarokên di nav xewê de ez anîm ser hemdê xwe. Min fêm kir ku ez ne li cîhekî xerîbî de me, di mala pîremêrî de me û mêvan im. Mêvanekî Xwedê yê li ser vî gundê çiyayî..
Berî, min bi dilêşeke bêtarîf li rûyên stêrîn yên zarokan nihêrî. Gunehê min bi wan dihat, çima dihat min nedizanî, lê pir gunehê min bi wan dihat. Mîna ku ez gunehkarekî pir bi xedar im, mîna ku min yek dê û bavekî ji van zarokan kuştiye û ew di nav izdiraba bê hesab ya sêwîtiyê de hîştine, mîna ku ez roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal li ser jiyana van zarokên reben de mîna Ehrîmanekî reş û tarî xwe berdim ser qedera wan, xwe wisa bi kîn û nifreteke bêtarîf hîs dikim, mîna ku niha ez kêrêkê bavêjim stûyê xwe û paşê wisa biqêrim:
“Pîro ez biyo qatil, qatilê may û piyê nê domananê to ez o!” (Pîro ez bûme kûjer, kûjerê dê û bavê van zarokên te ez im.) û gotina min ya dawî di qirika min ya bi xwîneke sor biriyayî de çik dibe û nivî de dimîne…
Di nav wan êşên ku min ew xwe bi xwe çêkirin de yekser çavên wî “marî” hat û ket bîra min. Çawa çavên nexêrê bûn, çi qas bê hest û bê wate, wisa sar û hişk, mîna ku bi roj û bi şev însan hêrandine û dîsa jî, jê têr nebûne, ew çavên bêyom êdî ji bîra min derne-diketin.
Sar – Zeynel Abidîn Han
© Weşanên SORAN
Çapa 1.
Berlin / 01 Adar- 2012
Edîtor: Zagros Baran
Berg Design: Gazîn Han
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Cranachstr. 62 – 12157 Berlin
Tel.: 00 49 (0) 30 47 98 70 52-53
Fax: 00 49 (0) 30 47 98 70 54
www.evra-kitap.com
[email protected]
[email protected]
ISBN: 978-3-940997-34-6
Biha: 12,00 €