Polîtîk

Tiştên ku dibin, pevçûna navxweyî ya di nav dewletê de ye.

Li gora AKnews radigihîne, rojnemevan Hasan Cemal ragihand ku di çareserkirina pirsa kurdî ya li Tirkiyeyê de mixatab, Enqere, rêveberiya li Qendîlê û Rêberê PKKê yê li Zîndana Îmraliyê Abdullah Ocalan e.
 
Hasan Cemal – İbrahim Sinemillioğlu – Tarık Ziya Ekinc, rojnemevan Hasan Cemal, beşdarî civîna dawîn ya civînên bi navê “pêşniyar û nêrînên li ser çareserkirina pirsa kurdî” yên ku ji aliyê Grûba Rewşenbîrên Kurd tên sazkirin, bû.

Cemal di axaftina xwe de ragihand ku her kesî hay jê heye dewlet hevdîtinan digel Ocalan pêk tîne û got, “ Xala herî girîng ew e ku divê em têkiliya pirsa kurdî ya bi bi çek û şîdetê re qut bikin. Bi ya min herdu alî jî êdî vê rastiyê dizanin û îtîrafê pê dikin.”

Hasan Cemal da xuyakirin, ne mimkûn e arîşeya kurdî ya li Tirkiyeyê di demeke kurt de bê çareserkirin lê qonaxa ku hatiye birîn jî erênî ye.

Nivîskarê Milliyetê di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Bêdengbûna çekan û rawestandina operasyonan pêşhateyeke erênî ye û divê ev pêvajo bê dirêjkirin. Lê ev ne tiştekî hêsan e çimkî dibe ku di vê pêvajoya aştiyê de, him  di nav PKKê de, him di nav dewletê de û him jî di nav welatên cîran de hin hêz nerihet bibin û bixwazin vê pêvajoyê têk bibin û dawî li pêşhateyên erênî bînin. Ez pûte bi pêşhateyên ku di nava sala 2010ê de qewimîne didim. Bi ya min, tiştên ku diqewimin, pevçûna navxweyî ya di nav dewletê de ye. Dozên Balyoz û Ergenekonê jî dihêlin ez geşbîn bim.”

Back to top button