Polîtîk

Kongreya nevdewletî li ser rolê jinê pêkhat

Bi serperiştîya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi beşdarîya nûnerên parlementoya Iraqê û herêma Kurdistanê, nûnerên hukûmeta Kurdistanê, wezareta derveya Brîtanya, kongireya navdewletî ya li ser rola jinê ya di derbarê pêkanîna aştîyê de hat darxistin.

Di vê kongreyê de tekezî li ser giringiya rola jinê hat kirin û hat dîyarkirin, ku jinê di Iraqê de roleka mezin dîtiye û ev rola wê bi taybetî, di biwarê pêkanîna aştîyê de bûye.

Gotarên ku di vê kongireyê de hatin xwendin tekezî li ser wê yekê kirin, ku gerek rê û derfet ji jinê re bêne vekirin, da ku ew erkên xwe yên xêzanî, niştimanî û mirovanî pêk bîne.

Herweha hat daxwazkirin, ku jin beşdarîyê di prosesa siyasî û diristkirina biryara siyasî jî de bike.

Back to top button