Cîhan

Li Îranê hemwelatiyek Hollandî hate dardekirin

Li Îranê jineke hemwelatiyek Hollandî û bi eslê xwe Îranî hat dardekirin.

Li gorî ajansa nûçeya Mehrê Zahra Behramî li Îranê piştî 2009’an ku xwepêşadanan li dijî hikûmetê hatîbû girtin.

Zehra Bahramî bi hinceta qeçaxçîtiya madeyên bêhişker bi cezayê darvekirinê hikum xwariye û îro hate daxuyakirin ku Bahramî hate dardekirin.

Di nûçeyê de darvekirina Bahramî wisa hatiye nivîsandin: Keça Alî, Zehra Behramî ji ber sedemên bikaranîn û firotina madeyên bêhişker hate dardekirin.

Li gorî nûçeyê Zehra Bahramî (45) ji Hollandayê  450 gram kokaîn aniye Îranê û li ser wê hatiye girtin û ji ber vî jî bi mirînê hatiye cezakirin.

Di vê navberê de keça Behramî li Îranê bi alîkariyê Qampanyaya Mafên Mirovan ya Navneteweyî daxuyaniyekî da û di daxuyaniyê de diyar kir ku ji ber ku diya min beşdarê protestoyên sala 2009’ê bûye hate girtin û dû re jî bi firotina madeyên bêhişkerê hatie tawanbar kirin. Ew jî derewekî mezin a dadgehên Îranê ye.

Back to top button