Cîhan

Serhildana mezin hikumetekî nû damezrand

Piştî banga Husnî Mubarek Hikumeta Misrê îstîfa kir û di heman wextê de hikumetekî nû hate damezrandin.

Piştî serhildan û protestoyên duhî, Serok Komarê Misrê Husnî Mubarek bi danê êvarê daxuyaniyek da ku hikûmeta Misrê îstîfa bike û hikumeta nû jî îro bête damezrandin.

Hikumeta Misrê ji banga Mubarekê re bersiv da û îstîfayên xwe pêşkeşî Serok Komar kirin.

Muxalefeta Misrê ji destpêka protestoyên Misrê heta niha piştgiriya xwepêşandêran didan û yek ji wan El Baradaye.

El Baradey da zanîn ku ”îstîfaya hikumetê bi kêrî tiştekî nayê û divê Mubarek xwe paşve bigre”. Daxwaza El Baradey ji bo xwepêşandêran jî bû dirûşmek û ew dirûşm li her derê Misrê dengvedida

Berdevkên xelkê Misrê daxuyakirin ku hetanî Mubarek ji Misrê dernekeve protestoyên me jî tim bidome.

Di vê navberê de xwepêşandêr û berdevkê wan hikumeta nûyê napejirandin û daxuyakirin ku ew jî ne meşruye.

Back to top button