Îroj

30'ê Rêbendan

30’ê Rêbendan

Di sala 1947’an û di rohekî wekê îroyê de pêşeng û avakarê dewleta Hîndistanê Mahatma Gandî ji aliyê olperestekî Hîndûyê ve hate kuştin.

Mahatma Gandî

Mohandas Karamchand Gandhi ( (2’ê Kewçêra 1869 – 30’ê Rêbendana 1948) bi navê Mahatma Gandî tê naskirin. Pêşeng û avakarê dewleta Hindistanê ye.

Di sala 1888’an de li Brîtanyayê dest bi perwerdeyiya dadê kir. Di sala 1896’an de jî bû parêzer û ji wir derbasî Afrîkaya Başûr bû. Gandî li vir de dest bi xebatên siyasi kir. Bi vê xebatê, navê wî li Hindistan û Brîtanya belav bû ji aliyê gelek kesan ve hat nas kirin.

Di 1914’an de vegeriya Hindistanê. Gandî li welatê xwe li dijî kolonyalîzma Brîtanyayê di nav gelê xwe de roleke mezin lîst. Ew qas bandor li gelê xwe kir ku êdî bi navê Mahatma (rihê mezin) dihat nas kirin.

Navekî wî yên din jî Bapû (bavo) bû. Gandî li dijî zordarîyê derket. Ji ber vê yekê dixwest ku bê xwînrijandin Hindistanê ji kolonyalîstan rizgar bike. Di vê xebatê de Gandî bi ser ket û di sala 1947ê dewleta Hindistanê hat damezirandin. Gandî di 30ê rêbendana sala 1948’an de ji aliyê olperestekî hîndûyî ve hate kuştin.

Back to top button