Li Hewlêr Îran hate protesto kirin
Peymnêrê PNA di vê derbarê de ragihand, ku bi amdebûna berfireh a xelkên başûrê Kurdistanê û Kurdên parçeyên dinên Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê, çalakvanên siyasî û sivîl, rêxistinên civaka sivîl (NGO) û rêxistinên siyasîyên Kurdistanî xwepêşandaneka mezin li paytextê herêma Kurdistanê bajêrê Hewlêrê hat sazkirin.
Li gora pêzanînên peyemnêrê PNA, xwepêşanderan ber bi konsûlxaneya Îranê ya li Hewlêrê ve çûn û li dijî siyaseta Îranê ya li hember Kurdên rojhilata Kurdistanê silogan avêtin û daxwaz ji hukûmeta komara Islamîya Îranê kirin, ku êdî dest ji siyaseta sîdamkirina çalakvanên siyasî û sivîl berde.
Xwepêşanderan herweha daxwaz ji desthilatdarên Îranî kirin, ku dest ji siyaseta îdamkirina kurdan jî berde û mafê gelê Kurd pesend bike.
Komek ji xwepêşanderan êrîşê avahîya konsûlxaneya Îranê ya li Hewlêrê kirin û derî û pencereyên konsûlxaneya Îranê şikandin.
Elî Mehmûd yek ji kesê amadevanê vê çelakiye ye û wî, ji PNA re ragihand, ku di dirêjîya nerazîbûna cîhanî de ya li hember zêdebûna hejmara îdamkirina çalakvananên siyasî û sivîl ên Îranî û kurdên rojhilata Kurdistanê, li gelek welat û cihên cîhanê xwepêşandan hatin sazkirin û evroj li paytexta herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê jî, xwepêşandanek hat sazkirin û xwepêşanderan ber bi konsûlxaneya Îranê ya li Hewlêrê ve çûn û nerazîbûna xwe li hember kiryarên dijê kurdên rojhilata Kurdistanê dan nîşandan.