Polîtîk

Bersiva tevgera Goran

Tevgera Goran li rêya televizyona KNN ve bi awayeke neyasayî daxwaza guherîna Parlemen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû rewşê dike.

Her guhertinek li rewşa Herêma Kurdistanê de bihête kirin divê li rêya sindoqa dengdanê ve bibê neku bi awayeke nedestûrî û neqanûnî.

Ev rewşa Herêma Kurdistanê encama hilbijartinekî azad bûye û eger guhertinek jî bibê li rêya sindoqa dengdanê ve dibê.

Li tu aliyek jî nayê qebûl kirin rewşa Herêm û jiyana xelkê têk bide, daxwaz ji hemû cemawerê Kurdistan, alîgir û endamên hemû partî û aliyê siyasiyên Kurdistanê dikîn ku hişyar û agahdarî vê planê bibin ku bi mebesta ji destçûna wan hemû destkeftane ku bi xwîna şehîdan bidest hatine û bi zûtirîn dem jî bersîva vê bangawaziya têkderan dihête dayîn.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

29 Kanûna Duyem 2011

Back to top button