Serok pêşewaziya balyozê Swêd yê Iraqê kir
Li hevdîtinê de, Balyozê nû yê Swêd xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê derbirî û behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser wan pêşketinên ku li hemû waran da hatine holê û ragihand ku Swêd welatekî dostê Kurdistane û pêwendiyekî kevin li navbera her du aliyan da heye û xelkê Swêd bi girîngiyê ve temaşa Kurdistanê dikin û dixwazin ew pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê berdewam bibin û ji nêzîk ve jî agahdarî êşên gelê Kurdistanêne, ji bo wê yekê îro xweşhalîn ku dibînin Herêma Kurdistanê li qonaxeke pêşkeftî daye û gelê wî jî rolekî serekî li Iraqa Federal da dibînin û rola Serok Barzanî jî li pêkanîna Hikûmetekî hevbendiya nîştimanî de bilind nirxand û pêwendiyekî diblomasiyaneya serkeftî da zanîn.
Serok Barzanî li gel bi xêrhatina Balyozê nû, ji bo destbikarbûna li wê erkê ku pê hatiye spartin pîrozbahiyê lêkir û bi navê zêdetir bi hêzkirina pêwendiyan û serxistina karê wî hemahengiya Herêma Kurdistanê xiste rû û ragihand ku Swêd her li destpêka şoreşa Eylûlê ve piştgîriyê li pirsa rewaya gelê Kurdistanê kiriye û niha hejmareke zêdeyê revenda Kurdistanê têda heye ku hem li wî welatî da û hem jî li pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêm û Swêd de rolekî yekcar mezin dibînin û hêvî jî xwest ew welat sûd li derfeta veberhênana li Herêma Kurdistanê wergirê û zêdetir piştgiriya kompanyayên xwe bide, bo ku beşdarî li avadankirin û binyadnana Herêma Kurdistanê bikin.