Tirkmen daxaza guhertina alayê Kurdistanê dikin

Parlamenterê tirkmen ê parlamentoya Kurdistanê Şêrdil Tehsîn di daxuyaniyekê de diyar kir ku, gelê tirkmen dixwaze destûra herêma Kurdistanê bê hemwarkirin û di alaya Kurdistanê de jî hêmayek, remzek ji bo nîşandana tirkmenan wek neteweya duyem hebe û sirûda Ey Reqîb jî bê guhertin.
Şêrdil Tehsîn ji AKnewsê re got:
– Hefteya borî, li parlamentoya Kurdistanê, me derbarê pêwîstiya hemwarkirina destûra Herêma Kurdistanê minaqeşe kir. Em wek gelê tirkmen daxwaza hemwarkirina destûra herêmê dikin. Divê mafên tirkmenan di destûrê de cih bigire. Mînak, divê di ala Kurdistanê de nîşana tirkmenan jî hebe wek netweya duyem û her wiha sirûd Ey Reqîb jî bi vî awayî bê guhertin.
Parlamenter Şêrdil Tehsîn di daxuyaniya xwe de behsa pirsgirêkn perwerdeyê jî kir û got ku, arîşeyên wan hene û divê perwerdeya bi zimanê dayikê bo xwendekarên tirkmen bê dabînkirin û rojek jî bo cejna neteweyî ya tirkmenan hebe.
Tehsîn got:
– Daxazek me ya din jî heye ku em dixwazin cîgirê serokê Herêma Kurdistanê bibe para tirkmenan û yek ji cîgirê serokwezîr jî divê tirkmen be.
Weke tê zanîn li parlamentoya Kurdistanê 5 parlamenterên tirkmen hene.