Polîtîk

Îslamiyekê kurd li Afxanistanê hat kuştin

Di mediya kurdî de nûçeya kuştina Tehsîn Elî Ebdulezîz li ser sînorê Afxanistan û Îranê hat weşandin.
Li gor senterê kurdî bo şiroveya nûçe û zaniyariyan Tehsîn Elî Ebdulezîz di dema xwastî ji Afxanistanê daxilî Îranê bibe di şerekî de digel hêzn Natoyê hatiye kuştin.

Lê Îrfan Ehmed endamê serokatiya Bizava Îslamiya Kurdistanê ji NRT re got ku di yekem roja remezanê de Tehsîn Elî Ebdulezîz li Wezîristanê li başûrê Pakistanê di şerekî de digel hêzên Natoyê hatiye kuştin û her li wê derê cenazê wî hatiye veşartin.

Weke tê zanîn Tehsîn Elî Ebdulezîz yek ji serkirdeyên Bizava Îslamîya Kurdistanê û kurê rêberê wefatkirî yê Bizava Îslamî Elî Ebdulezîz e. Dema Bizava Îslamî bûye du parççe, Tehsîn Elî Ebdulezîz rêxistineke Selefî ava kir û li devera Tewêle baregayên xwe danan. Lê piştî sala 2003ê û jinavçûna rijêma Sedam, hêzên Amerîkayê bi dijwarî bi taybetî bi firokeyan êrîş bir ser baregayên wê rêxistinê û Tehsîn Elî Ebdulezîz ber bi Afxanistanê revî.

Back to top button