Cîhan

Konseya Ewlekariyê hikûmeta sûrî şermezar kir

Piştî sê rojan ji minaqeşeyên germ û civînên girtî, duhî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî di daxuyaniyekê de rijêma sûrî şermezar kir û dilgiraniya xwe li hember rewşa tevlîhev ya Sûryeyê û xemgîniya xwe ji bona mirina bi sedan hevwelatiyan diyar kir.

Daxuyaniya Konseya Ewlekaryê binpêkirina mafê mirovî, bikaranîna şidetê li dijî hevwelatiyên sivîl ji aliyê desthilata sûrî ve şermezar dike û daxazê ji hikûmeta sûrî dike ku hemû awayên bikaranîn aşidetê rawestîne.

Hardeep Singh Puri  nûnerê Hindistanî li Neteweyên Yekgirtî ku, nuha welatê wî serokatiya Konseya  Ewlekaryê dike, daxuyanî xand ku dibêje:
– Konseya Ewlekariyê daxazê ji huikûmeta Sûriyeyê dike ku bi awayekî giştî hurmetê li mafê mirovî bigire û li gor qanûna navdewletî berpirsiyariya xwe bicîbîne. Divê hemû kesên ku destê wan di bikaranîna şidetê de heye bên ceza kirin. Konseya Ewlekariyê li hember wan  sozên desthilata sûrî ji bona reforman dayîn xeyalşikestiye ku mixabin di cîbicîkirina wan reforman de tu pêşkeftin çênebûye û daxazê ji hikûmeta sûrî dike ku sozên xwe biçîbîne.

– Daxuyanî bang li desthilata sûrî dike ku rewşa deverên nakodar baştir û sivik bike bikaranîna hêzê li dijî bajarên lêqewimî rawestîne, rê bide ajansên alîkariyê yên navdewletî û rêxistinên mafê mirovî ku di hewara xelkê lêqewmî biçin û bi tu awayî rêgirî û astengî ji wan re neyîn çêkirin.

Back to top button