Cîhan

Nameya rojnamevanekî alman bo sefîrê Sûriya li Berlinê

Nameya rojnamevanekî alman bo balyozê Sûrî li Berlînê

Rêzdaran xanim û mêr

Min ji meha gulana çûyî ve, hêvî ji we kiribû, ku hun agahiyan li ser rewsha Sûriya bidin min.
We bersiv neda.  Ez dikarim bibêjim, ku eve newêrekî ye, li gor agahiyên li ber destan, ku rêjîma we nahêle rojnamevanên biyanî li Sûriya çavdêriyê bikin, û raportên xwe biweshînin.
 Jiber wê jî, dê niho wan agahiyên liberdest, ku ji mediya elmanî digihin me wek agahiyên rast bipejirînim. Û ew diyar dikin, ku rêjîma Asad, rêjîmek qirker  û kujerekî bikomel e û pêdivî ye li ber dadgehên navnetewî bête sezadan.

Tu wek diplomasiyekî baliyozxanê  bextewerî ku xwedî mafê diplomasî parastî yî. Ez behwer im tu nirxên mafê mirovan dizanî, ku mafê her sûriyekî ye jî. Ji ber wê, daxwazê ji te dikim, ku tu xwe ji desthilatdariya Dîmeshqê dûr bixî, baloyozxanê bigrî û daxwaza mafê penaberiya siyasî li Elmaniya bikî. Eger tu weha nekî, tu jî xwe dixî hevpishkê van tawanên mezin, yên li dijî mafê mirovan. 

Niha li Mesrê, li ser hukmê daleqandinê bo Husnî Mubarek tête guftûgokirin. Ev dikare bo desthilatdarê te jî rû bide.

Ez li destpêka vê salê bi jina xwe re li Kurdistana Iraqê bûm. Me li wir seredana deverên ku Sadam Husên û tarûmar kiribû. Wê Bashar Al-Asad, dûr an jî nêzîk bikeve wê rewshê de. Hîn jî dem bo te heye, ku hun xwe jê bêrî bikin.

Digel silavan

02.08.2011

Rojnamevan   Klaus Gerber

Nûçe:Tengezar Marini

Back to top button